Jîna Mahsa Emînî, keçeke Kurd a 22 salî ji bajarê Seqizê, Rojhilata Kurdistan.Di 13ê Îlona 2022an de li Tehranê serdana xizmên xwe dikir, dema ku ji aliyê polîsên ”exlaqî” yên rejîma melayên ve li îstasyoneke metroyê bi îdiaya “serpêça serî, bi rêkûpêk li xwe nekiriye” hate binçavkirin. Jîna Mahsa Emînî li qereqola polîsan bi îşkenceyê hate kuştin.
Îro Çaremîn Salvegera Şoreşa Jîna Amînî Bû
Jîna Mahsa Emînî, keçeke Kurd a 22 salî ji bajarê Seqizê, Rojhilata Kurdistan.Di 13ê Îlona 2022an de li Tehranê serdana xizmên xwe dikir, dema ku ji aliyê polîsên ”exlaqî” yên rejîma melayên ve li îstasyoneke metroyê bi îdiaya “serpêça serî, bi rêkûpêk li xwe nekiriye” hate binçavkirin. Jîna Mahsa Emînî li qereqola polîsan bi îşkenceyê hate kuştin.
Kuştina keç û kurên Kurdan bûye karekî rojane ya rejîma xwênxwar a Îranê. Lê Kurdên rojhilatê Kurdistan, li hember karekî weha hovane bê deng neman. 16´ê Îlonê sala 2022an bû destpêka serhildan û nerazîbûnên li dijî rejîma Îranê. Li bajarê Saqizê destpêkir û bi giştî li hemû bajarên Îranê û bi taybetî jî li hemû Rojhilata Kurdistanê belav bû.
Protesto û xwepêşandin li beşên din yê Kurdistanê çê bûn. Ev nezarîbûna bi xwepêşandin û çalakiyên curbecur li Ewrûpa û Amerîka û li gelek welatên cîhan jî bela bû.
Şoreşa Jina Amînî, Çi li Îranê çi jî li qada navnetewî de rejîma Îranê xiste nav gelek tengasiyan. Lê mixabim li Îranê ew hêzaheta nuha jî tuneye ku bikaribe ku muxalefetek xurt li dijî rejîma Îranê bike û bikaribe gelên din li hereme wek Kurd, Belûc û Azaeriyan hembêz bike.
Îro hevkariya partiyên siyasî yê Rojhilata Kurdistanê, xwepêşandinek li Stockholmê, li ber deriyê metroya Odenplanê li dar xistibûn. Ji gelek rêxistinên siyasî û sivîl û kesayetiyên kurdên welatperwer peşdar bûbûn. Min ji wek erkek netewî û welatparêzî dît û beşdarî li xwepêşandinê bûm.