Îro keça kurdperwer Debbie Nûjen bi ax hate sipartin

Mixabin ku piştî nexweşîyek demû dirêj Debbie ji nav me koça dawî kir. Îro kurdên Swêdê û gelek dost, heval û gelek hezkiriyên wêû dostên malbatê ku ji welatên din jî hatibûn, ew li Stockholmê spartin axê û beşdarî tazîya malbatê bûn

SERSAXÎ

Em wekî KOMKAR-Swêd, sersaxiyên xwe yên germ pêşkêş malbata Debbei Nûjen dikin û beşdariya xema wan in.

Mixabin ku piştî nexweşîyek demû dirêj Debbie ji nav me koça dawî kir. Îro kurdên Swêdê û gelek dost, heval û gelek hezkiriyên wêû dostên malbatê ku ji welatên din jî hatibûn, ew li Stockholmê sipartin axê û beşdarî tazîya malbatê bûn.

Debbei keça Mamoste Nûjen û hunermendê naskirî Özz Nûjen e. Jineke kurdperwer, humanîst û dilsozê çand û zimanê kurdî bû.

Em Debbie wekî hevalek germ û dilnerm û dilsozê welatê xwe bi bîr tînin. Hevalek ku bi kur û mêrê xwe re, beşdarî qursên çandî di çalakiyên roja Yekşemiyê ya Komciwanê bû.Mixabin ku piştî nexweşîyek demû dirêj Debbie ji nav me koça dawî kir. Îro kurdên Swêdê û gelek dost, heval û gelek hezkiriyên wêû dostên malbatê ku ji welatên din jî hatibûn, ew li Stockholmê spartin axê û beşdarî tazîya malbatê bûn

Em xemgîniya di wendakirina Debbei ya delal dubare dikin.

Em di xema Mamoste Nûjen, dayika wê Zînet xanimê birayê wê Özz Nûjen,hemû endamê malbatê Richard û lawan de û xema xwarzî û biraziyan de ne.

Ruhê wê şad û cîhê wê biheşt be.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin