ÎRO SED SALVEGERA DARBÛNA ŞÊX SAÎD EFENDÎ YE

Îro sed salvegera darvekirina Şêx Seîd Efendî ye, bûyerek trajîk ku ji bo gelê Kurd xalek werçerxek dîrokî bû.
Wekî Komkar, di vê salvegera watedar de, em bi rêzdarî û spasdarî mezinên xwe yên hêja yên Kurd Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên ku bi wî re hatin darvekirin bi bîr tînin; em careke din ji raya giştî re pabendbûna xwe ya bi bîranîna wan û biryardariya xwe ya berdewamiya têkoşîna wan radigihînin.

ÎRO SED SALVEGERA DARBÛNA ŞÊX SAÎD EFENDÎ YE

JI BO RAYA GIŞTÎ

Îro sed salvegera darvekirina Şêx Seîd Efendî ye, bûyerek trajîk ku ji bo gelê Kurd xalek werçerxek dîrokî bû.

Wekî Komkar, di vê salvegera watedar de, em bi rêzdarî û spasdarî mezinên xwe yên hêja yên Kurd Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên ku bi wî re hatin darvekirin bi bîr tînin; em careke din ji raya giştî re pabendbûna xwe ya bi bîranîna wan û biryardariya xwe ya berdewamiya têkoşîna wan radigihînin.

Di sala 1925´an de, Şêx Seîd Efendî û hevalên wî ji bo bawerî, nasname û azadiya gelê Kurd serhildan kirin; ev berxwedan ji aliyê rejîma înkarker a Komarî ya wê demê ve bi xwînê hate tepeserkirin.

Di 29´ê Hezîrana 1925´an de, Şêx Seîd û hevalên wî ji ber ku daxwaza gelê Kurd a ji bo wekhevî, azadî û rûmetê anîn ziman, li Meydana Derêçiyê ya Dîyarbekirê hatin bi darvekirin.

Serhildana Şêx Seîd ne tenê tevgereke olî an etnîkî bû; ew têkoşîneke ji bo parastina maf, îrade û rûmeta dîrokî ya gelê Kurd bû. Ev berxwedan serhildaneke netewî û bi rûmet bû li dijî polîtîkayên monîst, asîmîlasyonîst û înkarker.

Tevî 100 salên ku derbas bûne jî, gelê Kurd îro jî bi şêweyên cûda yên heman zîhniyetê re rû bi rû ye:

Nasnameya me hîn jî bi destûrî nehatiye garantîkirin.

Zimanê me yê dayikê qedexe ye an jî ne fermî ye.

Çanda me tê înkarkirin, huner û dîroka me tê paşguhkirin.

Zindan tijî sûcên ramanî ne.

Hebûna me ya civakî li her deverê di bin zextê de ye.

Lê divê neyê jibîrkirin ku:

Dîrok mîrata kesên ku li ber xwe didin zindî dihêle.

Her çend berxwedana bi rûmet a Şêx Saîd, di van rojana de ji bo ku xwe li ber dijmin xweş xuya bike, bê rexnekirin jî, lê dengê wî îro jî di daxwazên gelê me yên ji bo azadiyê de dijî.

Têkoşîna wî ne tenê nexşerêya rabirdûyê ye, lê di heman demê de ya pêşerojê ye jî.

Bi vê boneyê, em careke din diyar dikin:

Têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî û wekheviyê rewa ye, bi rûmet e û dê bi biryardarî berdewam bike.

Zilm demkî ye, têkoşîna gelê Kurd ji bo azadî û wekheviyê mayînde ye!

Şêx Saîd Efendi nemir e!

Em hemû şehîdên xwe yên ku jiyana xwe ji bo azadiyê feda kirine bi rêzdarî bi bîr tînin.

Divê gorên mezinên me yên Kurd, bi taybetî yên Şêx SAÎD, tavilê werin ragihandin.

Yekitiya Komeleyên Kurdistan KOMKAR- Almanya

29´ê Hezîrana 2025an

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin