Ji Bo Bîranîna MEHMET EMÎN BOZERSLAN

Sala 2001´ê de Komela KOMKAR ê xelata xwe ya teybet “NIVÎSKARÊ SALÊ“ da rehmetiyê Mehmet Emîn Bozerslan. Xalatê min pêşkeşî Mamoste Bozarslan kir. Nivîsara axaftina min di we mêrasîmê da nava arșîva nivîsarên min da mabû. Ji bo bîranîna ronakbir, ez wê, 25 sal șûnda, çawa wê demê min xwendiye, bê zêdekirin û kêmkirin diyarî xwendevanan dikim. (Eskerê Boyîk, 15.02.2026

Ji Bo Bîranîna MEHMET EMÎN BOZERSLAN

Sala 2001´ê de Komela KOMKAR ê xelata xwe ya teybet “NIVÎSKARÊ SALÊ“ da rehmetiyê Mehmet Emîn Bozerslan. Xalatê min pêşkeşî Mamoste Bozarslan kir. Nivîsara axaftina min di we mêrasîmê da nava arșîva nivîsarên min da mabû. Ji bo bîranîna ronakbir, ez wê, 25 sal șûnda, çawa wê demê min xwendiye, bê zêdekirin û kêmkirin diyarî xwendevanan dikim. (Eskerê Boyîk, 15.02.2026

MEHMET EMÎN BOZERSLAN

Pismamên hêja, KOMKAR a meye delal, karekî pir bi rûmet sipartiye min, ku ez xelata wê ya tebyet, „Xelata Nivîskarê Salê“ tesmîlî birayê xweyî hêja, nivîskar, zaniyar, lêkolînar, werger, rewșembîrekî Kurd yê dema meyî herî bi nav-deng, ji aliyê gel va hizkirî Mehmet Emîn Bozarslan bikim.

Pimamno mirov hene, ku temamya jiyana xwe, bextê xwe, çûyîn-hatin, k‘arkirin, heta evîn û jiyana xwe jî bextê gelê xwe va girê didin, dibin xulam, xizmetkar, xemkêș û wusan jî rêber û ronakbirê wî gelî.

MirovekI wusa ne. maqûlê meyî îro kekê Mehmet Emîn Bozerslan.

Bibî rewșembîr, nivîskar û xemkêșê gelê Kurd yê esil, di vê dewrê da pirr zehmet e, gotî her astengi, dijweriyên jiyan ê, çi kul û derdê cihanê hene bidî ber çavê xwe.

Dema mirov li rêya nivîskar Borsaslan ya derbasbûyî dinhêre, dibîne, ku bi rastî jî ew rê pir dijwer bûye. Di jiyanê ra ketiye nava dew-doza, dijweriya, carna jî astengî, kelemên nebûyî alt kirye, lê tucar ji rêya xwe ya pîroz, welathizî, milethizî, ji nêt û meremê xwe gav pașda navîtiye. Di nava alozya bager û firtona jiyanê ra derbaz bûye, zêriyaye, lê dengê wî nehatiye kerkirin, dijmin ra nehatiye rayê, bedel û qurbanî daye, neketiye lîstika tu kesî, îro jî bi wîjdanê paqij, bi emekê mezin, eniya serfiriyaz, zanebûnê anspêklopêdîk li ber gelê xwe sekiniye, ji pêra jî bi dil û ce’d, bi hereketa gêncîtiyê karê xwe ye pîroz didomîn e.

Ronakbirê meyî hizkirî li dilê Kurdistanê, wîlayêta Dîyarbekirê, gundekî qeza Licê, sala 1934 a hatiye dinê. Bi zargotina gelê xwe, nava erf-edet, rabûn-rûniștandina qedîm ya kurdewerî da perwede bûye. Tema xweșiya zimanê meyî șîrin, kilam û dîlanê meye bedew zarokatiyê da ketine nava ruhê wî. Hemû xwșiyê kurdewarî dilê wî da tevî șîrê dê bûne, bûne xeysrt, hizkirin, kîjanê ra dibêjin evîna Welat.

Lê telebext ra, li dora welatê wê xezeba qederê bû. Nav, ziman, nasnema gelê wî ya kurdewarî ji aliyê dewleta dagerkire zalim va, hukumdarya șovûnîste xezeb va qeytkirî û hebskirî bûn. Çi kurdî bû bi qewl-qanûnê dewletê berk dihat înkarkirin, nuxsankirin, qedexekirin. Kurdistanê da kurdîtî dihate kuștin.

Nivîskarê gênc wan neheqiyan qebûl nake. Salên 60 î, ew pirtûka xwe ya ewlin: „Șeyhlîk- Agalik“ (Șêxtî-Axatî) sala 1964 û Doðu’nun Sorunlari (Pirsên Rojhilat) 1965 a bi zimanê tirkî diweșîn e, bi wan derdileve dijî wê neheqiyê. Dewê dike ku astengiyên neheqiyê dijî gelê wî bên hildan, bi zimanê wî jî rojneme, kovar, pirtûk bêne weșendin, bernemê radioyê bêne dayîn, dibistanên Kurdistanê da zarok bi zimanê dê perwerde bin.

Kekê Bozerslan ji wan rewșenbîran bû, ku demê da tê derxist, ku xwestin û gotin hindikin, bi zimanê dagerkiran mirov binivîse, bixûne, bixebite û dewa ziman, nav û nasnema gelê xwe bike tiștekî vala, pûç û derew e.

Rewșenbîrê gelê xwe yê heq, gotî bibe mînak, bibe pêșîk‘êș. Ew gerekê ji bo ziman, nasneme û pêșxistina çanda gelê xwe bixebite, têkoșînê bide, ciyê ku șer jî pêwîst be, șerke. Û wî bi mêranî berê xwe da wê dewê, tilya xwe danî li ser birînê, li ser piesgirêkê. Wî ALFABA zimanê kurdî (zaravê kurmancî) amade kir, sala 1968 a li Stembolê weșand.

Alfabe ji aliyê rêjîma tirk ya nijarperest va hat qedexekirin, nivîskarê wê jî ji bo giva „Perçekirina Komara Tirkiyayê û sazkirina dewleta Kurdî, hat girtin. Dozgarê dewletê ALFABE wek dînamit nav kir, ku Bozarslan xwestiye bike bin siyaseta Kumara Tirkiyê.“

Ev Alfabe ya kurdî ye ewlin bû, ku Kurdistan Bakûr da derdiket. Ew bi zarekî pirr xweș, sade û delal hatiye nivîsar. Heta niha çar cara hatiye weșandin. Ewqas sal li ser weșana wê ra derbaz bûye lê qimetê wê yê bedewetiyê, perwerdê wunda nebûye.

Karê wî tenê li ser Alfabê nî bû, zanyarê hêja karekî berfire dabû ber xwe. Mem û Zîn a nemir, destana Ehmedê Xanîyê mezin ji tîpên erebî veduguherîne tîpên latînî, tev wergera tirkî wê salê diweșîn e.

Ji pey çapkirina MEM û ZȊn ra ew destê xwe davêje sertaceke dîroka gelê kurd, ya here bi nav û deng ȘEREFNAM a navdar. Çawa eyan e, ew çavkaniya dîrokî ya pir qîmet 400 sal berê ji aliyê hukumdar û dîroknivîsê kurdî gewre Șerefxanê Bîtlîsî va hatiye nivîsar. Nivîskarê me wê weldigerîne zimanê tirkî û sala 1971ê çap dike…

Navê wî di nava hêzên sîyasî da jî tê xanê.

Dewleta dagerkire șovûnîst tê derdixe, ku dijî wê rewșenbîrekî esil sekinye, bi mêranî mafê gelê xwe diparêz e, gelê xwe hișyar dike û nîșanî gelê tirk jî dike, ku çi deshilatdariya nijarperest dibêje, dinivîse wusa nîne, kurd ne tirkê çiya ne, kurd gelekî kevnar, xwediyê çand û dîrokeke dewlemend e. Cînovnîkê dewletê êdî rehetiyê nadine nivîskar. Ew dibe sturiyê çavê wê rêjîma kurdxur. Salên 1971-1974 an ew hebsa leșkeriyê ya Amedê da derbaz dike.

Lê tu astengî, tu hebs-zondan, tu îșkence û zêrandin dengê nivîskarê weletparêz nikarin kerr bikin, qelema wî ya adan nikarin bidine rawestandin. Ew pirtûka dîrokî, ya dîroknivîsê Kurd î sedsala 12 an Ȋbnül-Ezreq El-Feriqî „Terîxu Meyy Ferqîn we Amed“ DȊROKA FARQȊNȆ Û AMEDE, ku bi zimanê erebî hatiye nivîsar, cilda wêye ewlin werdigerîne tirkî û sala 1975 a bi navê „MERVANȊ  KÛRDLERȊ TERIHI“ (Dîroka Merwaniyên KUrd) diweșîn e.

Salek pey ra bi wergera wî pirtûka dîplomatê Emêrîkî Wîllîm Aêgleton ya li ser dîroka Komara Kurda ya Muhabadê bi navê „Muhabad Kurd Cumhuriyaetî“ bi zimanê tirkî diweșîne.

Ferhebga Kurdî-Erebî ya ku sala 1894 a Yûsuf Zîyaêddîn Pașava hatibû amadekirin Bozarslan kurdiya wê ji tîpê erebî werdigerîne tîpên latînî, erebya wê jî tirkî û sala 1973 a bi navê Ferhenga Kurdî-Tirkî diweșîne.

Rêjîma tirk ya miletçî ji bo karê wî yê wejêyî û siyasî dijî wî û neferê mala wî dest bi rêprêsiya dike. Mecbûr dibe sala 1979a dest ji welatê xwe berde dere Welatê Sûêdê. Wura êdê ew xwe bi temamî pêșkêșî wejê û kûltûra gelê xwe dike, li ser kovara JîN, rojnema KURDISTAN, kovara „ Kurd Terakkî Gazêtesî- Nûçenema hevkarî û pêșketina Kurdan, destana MEM Û ZȊN û gelek tiștên din dixebite, ruh û rewșeke nû dide wan, wan dike malê xwendevanên kurd û kurdzaniyê.

Çawa em zanin sala 1898 a rojnema kurdî ya ewlin KURDISTAN ji aliyê Mîqdad Mîdhat Bedirxan va Misirê hatiye weșandin, pașê birayê wî Evdilrehman weșandina rojnemê li Ewropayê domandiye. Sala 1998 a gelê Kurd bi serê vê rojnemê 100 saliya rojnemegiriya xwe da kivșê.

Salên 1913-1919 an ji aliyê komela „Hevkarî û pêșketina Kurdan“ va li Stembolê bi zimanê kurdî û tirkî kovara Nûçeyên Hevkarî û pêșketina Kurdan derdikeve. 9 hejmaeê wê gihîștine me.

Salên 1918-1919 an komela „Pêșketina Kurdan“ li Stembolê bi zimanê kurdI, tîpê erebî kovara JÎN weșandiye. 25 hejmarê wê derketin e.

Bozarslan van nimûnên rojnemegirya kurda yên dîrokî, vê hebûna gelê kurd yê mejûyî, ji tîpên erebî wergerandiye latînî, kurdiya wan dike tirkî tevî bingehê, bi bin not û pêșgotinên dirêj, naveroka xurt (tirkî, kurdî) diweșîne.

Ev lêkolînên hêja û xebatên zanestî yên giranbiha ne derheqa ziman, çand, rojnrmegirî û tevgera rizgarîxweza gelê kurd da.

Kovara JÎN bi 5 cildan salên 1985-1988 an, KURDISTAN bi 2 cilda sala 1991 ê, kovara NÛÇȆYȆN HEVKARÎ Û PȆȘKETINA KURDAN sala 1998 a weșand.

Xebateke hêja, ku hurmeteke mezin nivîskar ra anî û dîyarîke pir bi qîmet bû ji bo xwendevanan, lêkolîn û xebata wî ya nû li ser Mem û Zîn bû. Sala 1995 a gelê me bi xweșî 300 salya vê destana Ronakbir û fîlîsofê mezin Ehmedê Xanî da kivșê. Rêvabir berdevkekî vê eyda pîroz kekê M. Emîn Bozarslan bû.

Nivîskar 5 çapên Mem û Zinê yê berê derketî dane ber hev, ew him ji bi nû va ji orgînalê ji tîpên erbî kirye tîpên latînî, him kurdiya wê ya orgînal kirye kurdîya xurû. Çara ewlin bi saya xebata wî xwendevanên Kurd karibûn vê destana netewî, wê sertaca edebyeta hemdinyayê bixûnin û naveroka wê tê bigihîjin.

Pêșkêșiya, ku ji bo MEM Û ZÎN ra hatiye nivîsar lêkolîneke edebyetzaniyê ya giranbiha ye, navda him destan, him nivîskarê destanê, him jî rewșa Kurdistanê ya dîrokî di dema nivîsarê da her aliya va hatye nirxandîn.

Van salên dewî rojnema da nivîsarê wî yê hewaskar li ser Ansîklopêdiya Tirkan (Osmaniyê) ya pêșin hatine xanê. Ansîklopêdiya 5 cildan e û navbera salên 1889-1998 a li Stenbolê hatiye çapkirin. Cilda wê ya 5 an da gelek melûmetî derheqa gelê Kurd û welatê wan Kurdistanê da hene. Bozarslan ew wergerandiye tirkiya xwerû, pêșkêșîke layîq derheqa rewșa kurdan dewra Osnaniyê û ji pey Osmaniyê ra nivîsîye. Li wur da tê nîșandayîn, ku çiqas jî rewșa Kurdan împêratoriya osmaniyê da pak nî bû, lê dîsa di dema komarê çêtir bû. Pirtûk li Stembolê hate weșandin. Lê hate qedexekirin.

Nivîskar karekî hêja kirye di warê berevkirin, lêkolînkirin, çapkirin ê ji wundabûnê xilazkirina nimûnên zargotina meye dewlemend da. Bi hesabekî zêde meselok, pêkenok û çîrokên gelêrî ji nava gel berev kirye û bi rezan „Meselokên Lawiran“ bi 5 pirtûkan, Meselok bi 5, Çîrokên gelêrî bi 6 pirtûkan weșandiye. Hewaskar in pêșîkêșî û ferhingokên ji bo wan rêza nivîsî.

Bozarslan nivîskarekî xweyîemek û alyê xwendevana va hizkirî ye. Hê 27 sala 1974 a, berevoka kurteçîrokên wi navê „Ȋçerdekiler ve disardakiler“YÊN LI HUNDUR Û YÊ LI DER“ bi zimanê Tirkî çap bû. Sala 1979 a berevoka wî ya kurteçîrokan ya duda: MEYRO êdî bi zimanê dê neșir bû. Ev berevok, pirtûka kurtençîroka ya ewlin bû, ku Kurdistana Bakûr kurmancî hate weșandin. Ji bo zimanê kurmancî pirtûk hate qedexekirin û topkirin.

Berevoka kurzeçîrokan ya sisyan ȘEREFA RISTEM KAYA di sala 1992 a hat çapkirin. Kurteçîrokên wî bi gelek zimanan hatine wergerandin û çapkirin.

Min tim bi hewaskarîke mezin kurteçîrokê Bozerslan xwendin e.

Çiye qîmetê wan? Di nav çap û xetên kurte, sixe, tima da nivîskar karibiye naverokeke kûre tiragîk biefrîne, rewșa gel ya aborî, olî, siyasî bîne ber çavan. Xeysetê evdên çîya yên sade, karkir, dilpak, ewledê surușta rengîn li bin nîrê șûndamayîn, te’riya olê, zordestiya karbidestên dewletê û dagerkiriya xezeb da, barê qedera neheq dikșînin derxe li ber xwendevanan.

Pirtûkeke nivîskar ya hewaskar „KEMAL PAȘA WALEDȆ K‘E YE?“ Bi mehena pêkenokên siyasî nivîskar karibûye șexsyeta dîktatorekî sedsala 20 an Kemal Atetûrk, xirabî û xezeba wî li ser gelê Kurd bîne ber çavê xwendevanan, Wê nivîsarê da tê kivșê ku kurd derheqa wî evdê nijarperest dada çi difikirin.

Min bi kurtayî nav-nîșanên xebatên nivîskar anî bîra xwendevanan. Lê çiqas gotarê wî rojneme, kovar u pirtûkên cude-cuda da çap bûne? Lê sêmînarên wî? Karên wî yên siyasî? Hema tiștek na, rojnema me da rêza gotarên wî ye KUNCÊ ZIMAN, ku eva demeke dirêj e berdewam e.Ev xebata giranbiha kare pêșîrojê da bibe çavkanîke dewlemend, ji bo danîna hîmê zimanzaniya Kurdî (zaravê kurmancî) ya zaniyarî.

Eger tișt min bîr kirye, bira nivîskar û xwendevanên hazir min biborînin. Wî ewqas karê hêja kirye, ku li nava axaftinek kin da mirov bêçar e giștî bîne ziman.

Em bi emekê te, keda te li ber dîrokê serbilind in, kekê hêja M.Emîn Bozerslan. Emekê hêja nayê ji bîrkirin. Kî rojê jî hebe tê bîranîn, tê șêkirandin. Ji bo hinek berê xebata xwe di dema jiyana xwe da te’m dikin, hinek ji pey jiyanê ra.

Bextê gelê me ne aniye. Qederê bextekî giran kirye para me.

Rewșeke wusan li me ra çê bûye, ku ji bo gelê xwe karkirin, emek dayîn ji aliyê hukumdarên dagerkir va ne ku rewa lê wek sûcê giran hesab dibe. Û ji seva wî emekî, wî karî ne ku xelat û nava didin, le pirtûkê wan qedexe dikin, dișewitînin, wan îșkance dikin, berê wan didin hebs-zindanan. Ya here baș, mecbûr dikin xerîbyê da roj û salên xwe, bi hisreta welêtê xwe bimașînin. Cî bikin, wusan e. Ez bawar im rojekê bê KURDISTAN wê ava be, dewî tengasî, dijwerî, kul derdê Kurdan jî wê were. Û îro raste dewlet, deshiletdariya gelê me tune, lê gel bi keda û enekê ewledê xwe yê hêja dișêkirîne.

Ev xelata biçûk, dilê me da xelat, nav-nîșanên mezin yên dewletên zor û gewre bihurmettir û giranbihatir e.

Ez li ser navê hazira, ser navê temamiya endamên KOMKAR a meye delal, ser navê gelê Kurd ji bo ked û emekê te yê hêja û mezin te pîroz dikim û silametiyê, sehet-qewatê tera dixwezim. Em benda benda berhemê te yê nû ne.

Eskerê Boyîk

07.10.2001

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin