Ji bo gelê me û Raya Giştî – Bêrêzîya li hember nirxên me yên netewî ne mafê tu kesî !

Di dîrokê de her miletek xwedîyê ziman, çand, dîrok û nirxên xwe yên netewî ye. Gelê Kurd, mîna hemû miletên din, miletekî rêzdar e û xwedîyê zimanekî dewlemend, dîrokek kûr û kevneşopîyek berxwedana bi rûmet e. Nirxên netewî ne monopola partî, komek yan jî tu derûdorê ne. Ev nirx mîrateya hevpar ya miletekî ne û ji bo gelê me xetên herî hestiyar û sor temsîl dikin.

Ji bo gelê me û Raya Giştî

Bêrêzîya li hember nirxên me yên netewî ne mafê tu kesî !

Di dîrokê de her miletek xwedîyê ziman, çand, dîrok û nirxên xwe yên netewî ye. Gelê Kurd, mîna hemû miletên din, miletekî rêzdar e û xwedîyê zimanekî dewlemend, dîrokek kûr û kevneşopîyek berxwedana bi rûmet e. Nirxên netewî ne monopola partî, komek yan jî tu derûdorê ne. Ev nirx mîrateya hevpar ya miletekî ne û ji bo gelê me xetên herî hestiyar û sor temsîl dikin.

Mixabin, nivîsa “perspektîf” ya ku ji hêla Serokê PKK Abdullah Öcalan ve ji bo Kongreya 12 emîn ya PKK hatiye pêşkêş kirin, di derbarê ziman, dîrok û rêberên berxwedana gelê Kurd de gotinên pir bêrêzî û nayên qebûlkirin dihewîne. Ji bo zimanê gelê Kurd gotinên wek “nefonksiyonel”, ji bo civaka wan “zibale û sergo û goristan” hatin bikar anîn, û heqaretên giran li rêberên gelê me yên wek Şêx Saîd, Seyîd Riza, Qadî Mihemed, Bedirxanî û Mela Mistefa Barzanî hatin kirin.

Hin ji van rêberan rasterast ji alîyê dewletên kolonyalîst ve hatine îdamkirin, û heta gorên wan jî hîn jî veşartî ne. Nirxandinên bêrêz yên li hember van kesayetên ku di dilê gelê me de şopên kûr hiştine, ne tenê ramanên kesane ne, lê guhertinek nû ya siyaseta înkarkirina fermî ya Komara Tirkiyê ye ku sedsalek e li dijî hebûn, ziman, nirxên netewî û berxwedana gelê Kurd tê bikaranîn.

Êrîşên bi vî rengî yên li ser dîrok, ziman, çand û nirxên netewî yên gelê Kurd nayên qebûlkirin. Pêşkêşkirina hestên bi vî rengî yên di bin navê “perspektîfê” de heqaretek li dijî gelê me ye.

Wek Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê – KOMKAR, em helwesta Abdullah Öcalan bi gotinên herî tund protesto dikin û şermezar dikin. Divê her kes bizanibe ku mafê tu kesî, tu rêxistin yan kesekî tuneye ku bi vî rengî êrîşî nirxên hevpar yên gelê Kurd bike.

Em di vê bahwerîyê de ne, ew kesên ku nirxên me yên neteweyî wek “zibale û sergo” bi nav dikin, wê bi xwe di nav sergoyê dîrokê de cîhê xwe bistînin.

Nirxên me yên netewî rûmeta me ne, kes nikare destdirêjîyê li wan bike!

11.06.2025

Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR- Almanya

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin