KOMKAR – Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê Almanya, ji bo serdana Serokwezîrê Almanya Federal Friedrich Merz ya Tirkîyê nameyek vekirî belav kir
ji bo serdana Serokwezîrê Almanya Federal Friedrich Merz ya Tirkîyê nameyek vekirî.
Rêzdar Serokwezîr Merz,
Rêzdar Endamên Hikûmeta Federal,
Ji bona serdana we ya Tirkîyê, em wek KOMKAR – Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê Almanya, dixwazin hêvî û bendewarîyên xwe yên di derbarê pirsa Kurd de ji we re îfade bikin.
Ji sedsalan ve pirsgirêkek çaresernebûyî di navbera dewleta Tirk û gelê Kurd de heye û ev pirsgirêk jîyana siyasî û civakî ya li Tirkîyê şekil dike. Bi mîlyonan welatîyên Kurd hê jî ji mafên bingehîn mehrûm in. Di salên dawî de pevçûnên çekdarî bi giranî rawestiyane lê hê jî li ser Kurdan zexta siyasî û çandî didome.
Rêzdar Serokwezîr,
Di hevdîtinên we yên bi rayedarên Tirk re, pirsa Kurd bixin rojevê da ku pirs bi awayekî aştiyane, demokratîk, wekhev û adil çareser bibe.
Pirsa Kurd divê ne wek pirsgirêkek ewlehîyê, lê wek pirsgirêka mafên netewî, mirovî û kolektîf yên gelê Kurd bê dîtin.
Daxwazên me yên konkret ev in:
Qebûlkirina rastîya ku Kurd neteweyek cuda ne û di makzagona Tirkîyê de bê naskirin.
Ji dibistana seretayî heta zanîngehê, di îdare û jîyana giştî de û bi awayekî fermî naskirina zimanê Kurdî wek zimanê perwerdeyê
Vegerandina navên cîhên niştecîhbûna Kurdan yên ku ji alîyê dewleta TC ve bi Tirkî hatine guhertin.
Bidawîkirina hemû tedbîrên zordar ên li hember nûnerên partîyên siyasî, rojnamevan, xebatkarên çandî û çalakvanên ku mafên netewî yên gelê Kurd û siyaseta demokratîk diparêzin.
Li Tirkîyê ji bo peydakirina aştiyek mayînde li û pêkanîna pêşerojek demokratîk, pêwîst e mafên netewî û demokratîk yên gelê Kurd bên naskirin.
Rêzdar Serokwezîr,
Ji kerema xwe serdana xwe û vê firsendê bi erka Ewropî, ji bo îfadekirina daxwaza mafên mirov û edaletê bi awayekî eşkere bi kar bînin.
Bi rêzdarî.
KOMKAR – Yekîtîya Komeleyên Kurdistanê Almanya e.V.

Lijneya Rêveberîya Navendî
29 cotmeh 2025