Dema ku di medya Tirkî de nûçeyên di derbarê şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê tê şopandin, ji şer zêdetir nûçeyên li ser yekbûna partîyên Rojhilatê Kurdistanê û nûçeyên li dijî-Kurdan pir caran tên dîtin. Medya Tirkî di van nûçeyan de hema hema partîyên Kurd yên Rojhilata Kurdistanê armanc digirin û ji raya giştî re têgihiştinek bi vî awayî pêşkêş dike.
Ji bo wan kesan ku ji bo Alî Xameneî şînê digirin
Bekir Topgider
Dema ku di medya Tirkî de nûçeyên di derbarê şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê tê şopandin, ji şer zêdetir nûçeyên li ser yekbûna partîyên Rojhilatê Kurdistanê û nûçeyên li dijî-Kurdan pir caran tên dîtin. Medya Tirkî di van nûçeyan de hema hema partîyên Kurd yên Rojhilata Kurdistanê armanc digirin û ji raya giştî re têgihiştinek bi vî awayî pêşkêş dike.

Di kanalên televîzyonên Tirkî de wisa tê nîşandan ku goya partîyên Kurd yên Rojhilatê Kurdistanê dest bi vî şerî kirine. Gelek kanalên televîzyonên Tirkî, heke bi mijarê re têkilîya wan hebe an jî nebe, kesên ku bi navê “pispor” tên pêşkêşkirin davet dikin. Ev kesên ku bi navê pispor tên gotin, çoyên dirêj digirin destê xwe û li ser nexşeyan, wek ku bi hev re di pêşbaziyekê de bin, bi heyecan şer şirove dikin. Ne tenê bi vî qasî jî, partîyên Rojhilatê Kurdistanê wek “cudaxwaz” û “hêmenên terorê” şîrove dikin û wisa ji raya giştî re tên pêşkêşkirin.
Bi van nûçeyan re di civakê de li dijî Kurdan tovên nefret û dijminahîyê tên çandin, û tê gotin ku Kurd amûrê kesên din in. Tiştê ez dizanim, heta niha tu partîyek ji partîyên Rojhilatê Kurdistanê li dijî Tirkiyê tu çalakî nekirine, heta êrîşek herî biçûk jî li dijî Tirkiyê nekirine. Her wiha, di têkoşîna wan a li dijî Îranê de jî tu çalakîyên ku sivîlan armanc bigire an jî rêza giştî bêşîne nekirine.
Tevî vê yekê jî, medya Tirkî bi nêrînek giştî hemû partî û rêxistinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê bi mohra “terorîst” û “cudaxwaz” nîşan dide. Halbûkî qada têkoşîna partîyên Kurd Rojhilatê Kurdistanê ye. Yanî bi Tirkiyê re têkilîyek rasterast tuneye. Tevî vê yekê jî, medya Tirkî bi ferman û rêbertîya ku ji hin derdoran tên girtin, partîyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê wek rêxistinên terorê nîşan didin.
Yek ji wan dezgehên ku medya Tirkî wek “cudaxwaz” û “rêxistinek terorîst” bi nav dike jî Partîya Demokrat a Kurdistanê – Îran (PDK-Îran) e. Ev partî di sala 1946an de ji alîyê Qazi Muhammed ve hat damezirandin. Dr. Abdurrahman Qasımlo, ku Sekreterê Giştî yê partîyê bû, di sala 1989an de li paytexta Avûstûrya Viyanayê hat kuştin; Dr. Said Şerefkendi jî di sala 1992an de li Berlinê bi sûîqesta rejîma Îranê hat kuştin. PDK-Îran di heman demê de endamê Enternasyonal a Sosyalîst e.
Dr. Said Şerefkendi, nûnerê partî yê derveyî welêt Fettah Abduli û berpirsê partî yê Almanyayê Humeyn Erdelan, li Berlinê beşdarî civîna Enternasyonal a Sosyalîst bûbûn. Piştî civînê, dema ku li restorantekê xwarin dixwarin, ji alîyê ajanên Îranê ve hatin kuştin.
Niha pêwîst e ku ji medya Tirkî û ji wan kesên ku van nûçeyan pêşkêş dikin re bê pirsîn:
Yên ku Dr. Abdurrahman Qasımlo û Dr. Said Şerefkendi kuştine terorîst in, an jî PDK-Îran a ku têkoşînê ji bo azadî û mafên gelê xwe dide?
Dewleta Îranê, ji bilî Dr. Qasımlo û Dr. Şerefkendi, bi hezaran kadroyên siyasî yên Kurd û muxalifên rejîmê jî kuştine. Keça Kurd Jîna Emînî du sal berê di bin çavdêrîya polîsên Îranê de, di encama êşkenceyê de jiyana xwe winda kir. Di xwepêşandanên li Îranê de bi hezaran kes hatin kuştin, hezaran birîndar bûn û deh hezar kes hatin girtin. Zordestî û qetilkirinên ku rejîma Îranê li gelê xwe û li Kurdan kiriye, bi jimartinê xilas nabe.
Lêbelê kanalên televîzyonên Tirkî vê terora dewleta Îranê nabînin; di nûçeyên xwe de rêxistin û partîyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê wek “terorîst” û “cudaxwaz” nîşan didin. Ev nûçe û şîrove bi zelalî nîşan didin bê ew ji rastîyê çiqasî dûr in û bi fermanên hin derûdoran rastîyê berovajî dikin .