Kurdistaniyên hêja û têkoşer,
Wekî ku hûn jî dizanin û di çapemeniyê de dibînin, Rojavayê Kurdistanê û gelê me yê li beşa rojavayê Kurdistanê di rewşeke pir xeter û dijwar de derbas dibe.
Ji PSK´ê BANG JI BO KURDÊN DÎASPORAYÊ!
Kurdistaniyên hêja û têkoşer,
Wekî ku hûn jî dizanin û di çapemeniyê de dibînin, Rojavayê Kurdistanê û gelê me yê li beşa rojavayê Kurdistanê di rewşeke pir xeter û dijwar de derbas dibe.
Leşkerên hikûmeta Sûriya nû û çekdarên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike, roj bi roj êrîşên xwe li hember gelê me zêde dikin.
Îro hejmara Kurdên dîasporayê ne kêm e; divê em derkevin qadan, li hember van êrîşan dengê xwe bilind bikin. Roj roja têkoşîn û tevxebatê ye..
Em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Meclîsa Derveyî Welat bang li Kurdên dîasporayê dikin werin em bi hev re di çalakî û xwepêşandanên ku li dervayî welat tê li darxıstin de cîh bigirin.
Roj roja yekîtî, yekrêzî û tevxebatê ye.
Werin em bi hevra ala neteweya Kurd hildin û di çalakiyan de cihê xwe bigirin.
Roj roja yekîtiya navxweyî û tevxebate ye.
PSK Meclisa Dervayî Welat