Jînenîgarîya Eskerê Boyîk.
Dr.Îbrahîm Mahmûd
Eskerê Boyîk: Navê wî yê rast: Eskerê Broyan) di 31ê Tebaxa 1941ê de, li gundê Qundesazê yê navça Axbaranê (niha navê wî Riya Teze ye, li herêma Aragatsotnê), li Ermenistanê, di malbateke kurdên êzdî de hatiye dinê.
Piştî qedandina dibistana gundê xwe û ya gundê cînar Elegezê, wî xwendina xwe ya bilind li Înstîtûta Aboriya Gundîtiyê ya Yêrêvanê berdewam kir û di sala 1966an de bi notên herî bilind mezûn bû.
Di sala 1974an de li Zanîngeha Aboriyê ya Înstîtûta Aboriya Gundîtiyê têza doktoriyê parast û navê doktora aboriyê wergirt. Heta sala 1993an wekî serokê beşê xebitî. Wekî alîkarê zanistî gelek salan li Zanîngeha Yêrêvanê ya Aboriya Gundîtiyê dersa rêvebirina aboriya gundîtiyê da xwendekaran. Di warê zanistên aboriyê yên Ermenistanê de xwediyê gelek xebatên zanistî ye.
Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, neçar ma koçber bibe, karê xwe berda û berê xwe da Ewropayê. Li Almanyayê bi cih bû û heta îro li wir karê xwe yê nivîskarî, zanistî û civaknasiyê didomîne, lê niha bi temamî di warê wêje, çand, dîrok û êzdînasi ya kurdî de dixebite. Her çiqas di warê lêkolînên aboriyê û perwerdehiyê de bi serkeftî kar kiribe jî, di nav xwendevanên kurd û li Kurdistanê bi giştî wekî helbestvan, dramaturge (nivîskarê şanoyê), rojnamevan û publîsîst hatiye nasîn.
Eskerê Boyîk xwediyê gelek berhemên helbest, çîrok, roman, xebatên edebiyatzanî, dîrokî û êzdînasi ye. Nivîsên wî yên curbicur bi zimanên ermenî, rûsî, tirkî û almanî hatine weşandin. Helbestên wî yên yekem ji salên 1960î û pê ve di rojnameya Riya Teze û di radyoya Yêrêvanê de bi kurdî dihatin weşandin. Di sala 1966an de berheva wî ya yekem a helbestan bi navê “Şivêrê” li Yêrêvanê hate weşandin, di 1975an de jî ya duyem bi navê “Kulîlkên Çiya”. Bi van herdu berhevan nav û dengê wî wekî helbestvanekî hezkirî li nav kurdên Ermenistanê û li Kurdistanê belav bû.
Eskerê Boyîk ji sala 1984an ve endamê Yekîtiya Nivîskarên Sovyetê, Yekîtiya Nivîskarên Ermenistan û Qazaxistanê bû, herwiha endamê PENa Navneteweyî ya Kurd e. Ji sala 1999an ve serokê Komîteya Çandî ya Mala Êzdiyan a Oldenburgê ye. Di sala 2012an de di heman malê de “Navenda Lêkolînên Êzdînasiyê” damezrand. Di avakirina Mala Êzdiyan a Oldenburgê wekî navendeke çandî, kurdzanî û êzdîzanî de rola Dr. Eskerê Boyîk pirr mezin e. Bi însiyatîf, berpirsiyarî û tevlîbûna wî bi dehan semîner, konferans û çalakiyên civakî-zanistî lidarxistine. Gelek salan serperiştî û edîtoriya malperên “Dengê Êzdiyan” û “Êzdînas” kiriye û hê jî kovara ÊZDÎNAS derdixîne.
Berhemên wî yên heta niha hatine weşandin:
Şivêrê (helbest), 1966, Yêrêvan, 30 rûpel (bi tîpên krîlî)
Kulîlkên Çiya (helbest), 1975, Yêrêvan, 62 rûpel (krîlî)
Kulîlkên Çiya (helbest), 1979, Stenbol, 150 rûpel (kurdî-tirkî)
Sînco keça xwe dide mêmêr (şano), 1980, Yêrêvan (krîlî)
Mem û Zîn (şano), 1989, Stockholm, 80 rûpel
Tîrêj (helbest, di berheva BAHAR de), Yêrêvan, 78 rûpel (krîlî)
Kulîlkên Çiya (çapa duyem), 1990, Stenbol, 150 rûpel (kurdî-tirkî)
Li Çiya (kurteçîrok), 1991, Yêrêvan, 220 rûpel (krîlî)
Duaya Serê Sibê (helbest), 1997, Roja Nû, 79 rûpel
Oda Çîrokan (helbestên zarokan), 1997, Roja Nû, 70 rûpel
Kulîlkên Birîndar (helbest), 1998, Stockholm, 285 rûpel
Govenda Herfan (helbestên zarokan), 2002, Stockholm, 60 rûpel
Çîrokên Odê (kurteçîrok), 2004, Weşanên Afîş Medya, 139 rûpel
Nûra Elegezê (edebiyatzanî), 2004, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 112 rûpel
Xezeba Xwedê (roman, beşa yekem), 2004, Weşanên Deng, 425 rûpel
Êzdiyatî, Mîrzikê Zaza, Fermanên Reş (dîrok), 2006, Dengê Êzdiyan, Oldenburg, 288 rûpel
Xezeb (roman, beşa duyem), 2008, Weşanên Deng, 327 rûpel
Ez kilameke melûlim (helbest), 2009, Weşanên Deng, 168 rûpel
Nûra Elegezê (edebiyatzanî), 2011, Duhok (bi tîpên erebî)
Bahoz (roman), 2011, Avesta, 108 rûpel
Çanda Kurdên Sovyetê (lêkolîn-bîranîn), 2012, Weşanên DENG, 560 rûpel
Tolhildan (berhevoka kurteçîrokan), 2015, Weşanên NA, 235 rûpel
Bi Kurayî Dîroka Êzdiyên Ermenistanê, 2015, Weşanên J&J, Amed
BAHOZ (wergera rûsî), 2018, Sant-Petersbûrg, 160 rûpel
Evîna Qedexe (roman), 2019, Stenbol, 250 rûpel
Çanda Kurdên Sovyetê (çapa duyem), 2019, 598 rûpel
Evîna Qedexe (roman), 2019, Weşana NAS, Stenbol, 218 rûpel
Deftera Kurdekî Penaber (roman), 2020, Weşana Sersera, Berlîn
Mirovê Bê Derd (çîrok), 2020, Weşana Sersera, Berlîn
Ji bo zarokan du pirtûkên biçûk: Pîrê û Rovî + Mîrmorîk, 2020, Weşana Morî, Stenbol
Mirovê Bê Derd, 2020, Weşanên Lîs, Stenbol
Êzdî û Baweriya Wan (lêkolîn-êzdînasî), 2021, Weşanên Sîtab
Bi edîtorî û berpirsiyariya wî hatine weşandin:
Şêx Fexrê Adiyan – Fîlosof û Xasê Ola Êzdiyatî, 2009, Dengê Êzdiyan
Mêrxasên Êzdiyan (Yezidische Helden), wergera ji kurmancî bo almanî: Chaukeddîn Issa, 2011
Çejnên Êzidiyan, 2013 (ji aliyê Wezareta Ewqafê ya Hukmeta Herêma Kurdistanê ve jî hate çapkirin)
Şîxadî, 2016, Dengê Êzdiyan
Herwiha gelek gotar û lêkolînên wî yên dirêj hatine weşandin, di nav de:
Fêrîkê Ûsiv (Jiyan û berhem), Riya Teze, 2009
Şekroyê Xudo (Jiyan û berhem), Riya Teze, 2010
Ezdîtî baweriya heqiyê, remz û xwedênasî, Peyama Kurd, 2005
Şêx Fexrê Adiyan û edeba êzdiyatiya sedsalên 11-13an
Serhatîya Cangîr Axa (kovara Laliş, 2004)
Berxwedana Êla Xaltîyan (sedsala 19an)
Rêvabir û Mêrxasên Êzdiyan (wergera almanî, 2011)
Eskerê Boyîk gelek salan bi Karlênê Çaçanî re hevkarî kir û berpirsiyarê almanaxa kovara BAHAR a nivîskarên kurd ên Ermenistanê bû. Herwiha edîtoriya romanên Egîtê Xudo “Dê û Dêmarî” (1986) û Ahmedê Gogê “Dengê Kal-Bavê Me” kiriye.