Komkar.eu
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Kayyum pirsgirêkan çareser nake

DESTNÎŞANKIRINA  KAYYUMAN PiRSGiRÊKAN ÇARESER NAKE

Hukumeta AKP`ê doh êvarê dîsa Kayyuma avête ser sê Şaredariyên Kurdistanê, şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê, textê wan yê şaredariyê ji wan hate girtin û di şûna wan de Waliyên wan her sê bajaran wek qayûm hate destnîşan kirin.  

Şaredarên bajarên Kurdistanê, bi dengên gel hatinin hilbijartin. Hukumet dîsan kelebçe li îradeya gel û li demokrasî û mafê mirovan xist.

Hukumet,doz li girtina Partiyên Kurdistanî vekirin û bi destnîşankirina kayyuman ve riya xebata demokratîk û legal li Kurdan digrê.

Ne vekirina dozê li navê partiyên Kurdistanî, ne jî destnîşankirina kayyuman li şaredariyên Kurdistanê, aşîtî, aramî û huzûrê nayne Tirkiyê. Kiryarên ne demokratîk pirsgirêkan çareser nake, alozî û pirsgirêkan hîn kûrttir dike. 

KOMKAR.eu kiryarên ne demokratîk ya Hukumeta AKP`ê şermezar dike. Daxwaz dike ku hukumeta AKP´ê di zûtirîn wex de mafê şaredarên hilbijartî yê HDP´ê li wan vegerîne.

Çareserî bi çêkirina yasayek demokratîk û wekhev, e. Divê, rê li xebata demokratîk ya partiyên Kurdistanî bê vekirin û zemînek demokratîk  bo çareserkirina pirsa Kurdistanê bê çêkirin.

19.08.2019

KOMKAR:eu

Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Total
0
Share