Keça Kurd Jîna Emînî, ji ber ku porê wê li gorî qanûnên rejîma Îranê “neguncav” hat dîtin, di 16’ê Îlona 2022’an de ji aliyê polîsên Îranê ve hat binçavkirin. Di dema binçavkirinê de rastî êşkenceyeke nemerdî hat û kete komayê. Piştre di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest da û tevlî karwana şehîdên Kurdistanê bû.
Keça Kurd Jîna Emînî Nemire!

Dema ev bûyer hat bihîstin, keç û jinên Kurd, bi giştî Kurd û muxalefeta navxweyî ya Îranê, derketin kolanan û li dijî rejîma kevneperest a Îranê serhildanek mezin pêk anîn. Agirê ku Jîna Emînî li hember rejîma kevneperest vêxist, ne tenê di nav sînorên Îranê de ma; ev agir û çirûsk bû sedema serhildanekê li seranserê cîhanê li dijî rejîma Îranê. Kurdên dîasporayê û saziyên Kurdan jî li gelek welatên Ewropayê û bajarên cîhanê xwepêşandan û çalakiyên li dijî rejîma Îranê lidar xistin. Hemûyan bi yekdengî li dijî zulma ku rejîm dimeşîne, dengê xwe bilind kirin.
Rejîma kevneperest a Îranê li hember van çalakiyan ket rewşeke xerab û nekarî pêşî li van serhildan û xwepêşandanan bigire. Ev çalakî û xwepêşandan, tirsê ku rejîma kevneperest bi salan li ser Kurdan û muxalefetê bi tundî ferz kiribû, şikandin. Şîara Jin, Jiyan, Azadî û navê Jîna Emînî li seranserê cîhanê bû sembola berxwedan û têkoşînê.
Îro sêyemîn salvegera şehîdbûna keça Kurd Jîna Emînî ye. Jîna Emînî di dilê her Kurdekî welatparêz de dijî. Em wek Yekîtiya Komeleyên Kurdistanê -KOMKAR li Almanyayê, Jîna Emînî bi rêzdarî bi bîr tînin. Ew her dem di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bijî.
Rihê Jîna Emînî şad be.

KOMKAR-Almanya
16 Îlon 2025