Komela Hevaltî Beşdarî Festîvala Bajarê Leerê Bû

Di rojên 5-6ê Îlona 2025an de, li bajarê Leerê yê Almanyayê festîvaleke navneteweyî hate lidarxistin. Komela Hevaltî, ku endamê KOMKARê ye, li bajarê Leerê beşdarî vê festîvalê bû.

Komela Hevaltî bi standeke xwarinên Kurdî tevlî festîvalê bû. Endamên Komela Jinên KOMKARê yên bajarên Leer û Bremenê di standa xwarin û vexwarinê de bi awayekî çalak xebitîn.

Herwiha koma folklorê ya ciwanên jin ên KOMKAR-Bremenê di bernameya çandî ya festîvalê de cih girt û bi govendên Kurdî nasnameya çanda Kurdî bi beşdarên festîvalê re parve kir. Festîval du rojan dom kir û roja Yekşemê heta derengiya êvarê berdewam bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin