Komeleya Komkar a Hamburgê Seyranek Berî Havînê Lidar Xist.

Roja Şemiyê, 27´ê Hezîrana 2026´an, Komeleya Komkar a Hamburgê Seyrana xwe ya kevneşopî ya berî havînê bi beşdariya endam, alîgir, heval û malbatan ve li dar xist.

Seyran, bi beşdarbûnek mezin, bi gelek malbat, endamên komeleyê, alîgir û sempatîzan anî cem hev. Beşdaran derfet dîtin ku tevahiya rojê bi hev re mijûl bibin li ser pirsên civakî sohbet bikin û demek xweş derbas bikin. Çalakî, ku di atmosferek germ, xweş û kêfxweş de hate derbas bûn, Beşdarên Seyrangehê gelek bi çalakiyek wisa gelek gêfxweş bûn.

Serokê KOMKAR-Almanya yê Sabahattîn Aras bi axaftinek kurt de silav da mêvanan û diyar kir ku çalakiyên bi vî rengî endamên komeleyê, malbat û zarokên wan tînin cem hev. Wî destnîşan kir ku ev kombûn hevgirtinê xurt dikin û bi girîngî beşdarî pêşxistina hevaltî û diyalogê dibin, Di dawiya  axaftina xwe  betlaneyek baş ya havînê  ji hemî beşdaran re xwest.

Seyran, ku bi sohbetên zindî û atmosferek germ a dostaniyane û bi kêfxweşî heta derengê rojê berdewam kir.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin