CISE -Komîteya Entegrasyonê ya Swîsre ku di sala 2002´an de di nav Şaredariya Renens de hatiye damezrandin, civîna xwe ya dawî ya salê di 20´ê meha Mijdara 2025´an de li dar xist. Serokê Komkar a Lozanê Abdî Çadır ku di damezrandina Komîteya Entegrasyonê ya Şaredariya Renens de cîh girtibû û yek ji endamê çalak ya wê komîteyê ye, beşdarî civînê bû. Komkar -Lozan beşdariya çalakiyên CISE -Komîteya Entegrasyonê ya Swîsre dibe û rolek sereke dibîne.
Komîteya Entegrasyonê ya Renens Civîna Xwe ya Dawî ya Sala 2025´an li Dar Xist.
Baran Dicle
CISE -Komîteya Entegrasyonê ya Swîsre ku di sala 2002´an de di nav Şaredariya Renens de hatiye damezrandin, civîna xwe ya dawî ya salê di 20´ê meha Mijdara 2025´an de li dar xist. Serokê Komkar a Lozanê Abdî Çadır ku di damezrandina Komîteya Entegrasyonê ya Şaredariya Renens de cîh girtibû û yek ji endamê çalak ya wê komîteyê ye, beşdarî civînê bû. Komkar -Lozan beşdariya çalakiyên CISE -Komîteya Entegrasyonê ya Swîsre dibe û rolek sereke dibîne.
Civîn saet 18:00´ê êvarê li Şaredariya Renens dest pê kir. Omar Niang, ku Şaredariya Renens di komîteyê de temsîl dikir û serokatiya wê dikir, civînê vekir. Wî agahdarî li ser xebat û projeyên berê da. Niang kêfxweşiya xwe ji hewldanên entegrasyonê yên ku di nav sînorên Şaredariya Renens de hatine kirin anî ziman û diyar kir ku ji bo berdewamiya xebatên hîn xurttir pêvîstî bi bi hêzkirina komîteya berê heye.
Komkar, endamê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, bi awayekî çalak beşdarî komîteya CISE dibe, nûnertiya Kurdên ku di Renens û Kurdistanê de dijîn dike. Ji bilî Komkar Swîsreyê, ev komîte nûnerên komeleyên ji civakên biyanî yên li Renens, nûnerek ji karsazan, nûnerek ji partiyên siyasî, nûnerek ji dibistanan û nûnerek ji dêran di nav xwe de dihewîne.
Komîte sê mehan carekê dicive da ku agahdariyan li ser çalakiyên civakî û çandî yên berdewam didine he. Ew her weha projeyên ji bo xebatên pêşerojê pêşkêş dikin û piştgiriya darayî ya sînorkirî ji şaredariyê dixwazin.