FIFA, wekî saziya navneteweyî ya herî bi rûmet, bi prensîbên li dijî cudakariyê, rêzgirtina rûmeta mirov û toleransa sifir a li hember nijadperestiyê tê nasîn. Van nirxan, hêza yekgirtî ya futbolê diparêzin û li seranserê cîhanê wekî mînakeke bêhempa têne pejirandin. FIFA, bi vê pabendbûna xwe ya bêdawî, futbolê ji nefret û cudakariyê diparêze û ji bo nifşên pêşerojê jî rêya ronahiyê vedike.
Birêz Gianni Infantino
Birêz Serok,
FIFA, wekî saziya navneteweyî ya herî bi rûmet, bi prensîbên li dijî cudakariyê, rêzgirtina rûmeta mirov û toleransa sifir a li hember nijadperestiyê tê nasîn. Van nirxan, hêza yekgirtî ya futbolê diparêzin û li seranserê cîhanê wekî mînakeke bêhempa têne pejirandin. FIFA, bi vê pabendbûna xwe ya bêdawî, futbolê ji nefret û cudakariyê diparêze û ji bo nifşên pêşerojê jî rêya ronahiyê vedike.
Mixabin, endamê we yê Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF), van prensîbên bingehîn bi awayekî eşkere binpê dike. Di 16’ê Kanûna Yekem a 2025’an de, di maça TFF 2. Lîgê ya Somaspor-Bursasporê de, beşek ji alîgirên Bursasporê bi dûrişma heqaretên nijadperest û nefretê li hember siyasetmedara jin a Kurd a navdar Leyla Zana tevlihev bûne. Van stranên, ne tenê şexsê Leyla Zana hedef digirin, lê bi eşkereyî cudakariya li ser bingeha nasnameya etnîkî û zayendî teşwîq dikin û qedexeyên FIFA’yê yên li dijî cudakariyê bi awayekî giran binpê dikin.
Ev bûyer, tenê têkiliyeke sporê nine; ew êrîşeke rasterast e li hember nirxên mirovahiyê, jin û gelê Kurd. Di heman maçê de hatine vekirin pankartên “Beyaz Toros”ê – ku sembola tirsnak a windabûnên bi zorê û sûcên li dijî mirovahiyê ye – û ev yek jî nîşan dide ku ev têkiliyeke plankirî û organîze ye. Ev nefret, ne tenê Leyla Zana şexsî, lê hemû jinên têkoşer û gelê Kurd hedef digire.
Ji roja bûyerê ve derbas bûne roj û hê jî ji TFF’ê tu daxuyaniya fermî ya şermezarkirinê, lêkolînê an jî cezayê tune ye. Ev bêdengiya kûr, nefretê bêceza dihêle, cezayên netenê teşwîq dike û navûdengê navneteweyî yê FIFA’yê bi giranî zirar dide. Di demekê de ku li Tirkiyeyê pêvajoyên aştiyê û diyalogê tên gotûbêjkirin, ev bûyer wekî provokasyoneke plankirî tê dîtin û ji aliyê gelek siyasetmedar, rêxistinên mafên mirov û civaka sivîl ve bi tundî tê şermezarkirin.
Birêz Serok,
Em bi bawer dikin ku hûn ê qebûl nekin ku federasyoneke endamê FIFA’yê li hember nijadperestî, zayendperestî û cudakariyê bi vî awayî bêhesas bimîne. FIFA, bi dîroka xwe ya têkoşîna li dijî van kiryarên şerm, berpirsiyariyeke dîrokî digire ser milên xwe.
Ji ber vê yekê, em bi awayekî lezgîn daxwaz dikin ku:
FIFA bi lez û bez lêkolîneke serbixwe bide destpêkirin,
Li klûbê Bursaspor, alîgirên berpirsyar û TFF’ê cezayên dîsîplînê yên herî giran bêne sepandin,
Ji bo pêşîgirtina bûyerên bi vî rengî, tedbîrên mayînde û perwerdeyên li dijî cudakariyê li hemû federasyonên endam bêne ferzkirin.
Ev ne tenê daxwazeke hiqûqî ye, lê daxwazeke exlaqî ye ji bo parastina rûmeta futbolê û mirovahiyê.
Bi rêzên herî kûr, em hêvî dikin ku FIFA wê bi helwesteke xurt û adil bersivê bide vê bûyera şerm.
Bi rêzên me
Komkar-Yekitîya Komelên Kurdistan li Almanya.
21.12.2025
