Li ser erîşên Hukumeta katî ya Sûriyê bo navçeyên Kurdî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, daxuyaniyek bo raya giştî belev kir. Bang li Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), welatên Ewropayê, demokrat û aştiyêxwazen cihane dike ku li hember van êrîşan dengê xwe bilind bikin û li hember wan erîşen helwest bigirin. Pirsgirêkên heyî divê bi riya hevdîtin û diyalogê bên çareserkirin.
RAYA GIŞTÎ YA CIHANÊ
Du roj in ku çekdarên artêşa hukumeta demkî ya Sûriyê li bajarê Helebê di navçeyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi çekên giran êrîşî Kurdan dikin. Li gorî agahiyên ku ketine destê me û di çapemeniyê de cih digirin, di van êrîşan de 10 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes jî birîndar bûne û Kurd ê li wan deveran dijî koç dike. Ew êrîş û kiryarên ku ten kirin li dijî Kurdan jenosîd e.
Ew êrîşên ku artêşa Sûriyê îro li dijî Kurdan dike ne ya yekemîn e. Wekî tê zanîn, sala borî jî artêşa hukumeta nû ya Şamê li dijî Elewîyan û Dûrzîyan jî êrîş kir û komkujî pêk anîbûn.
Em êrîşên ku li bajarê Helebê di navçeyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê li dijî Kurdan bi destê artêşa Sûriyê ya nû hatine kirin bi tundî şermezar dikin.
Bang Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY), welatên Ewropayê, demokrat û aştiyêxwazen cihane dikin ku li hember van êrîşan dengê xwe bilind bikin û li hember wan erîşen helwest bigirin. Pirsgirêkên heyî divê bi riya hevdîtin û diyalogê bên çareserkirin.
Divê bê zanîn ku hukumeta nû ya Şamê jî dixwaze mîna Beşar Esed bi kuştin û siyaseta tundiyê Sûriyekî nû bireva bibe. Ji ber vê yekê jî niha jî dixwaze Kurdên li Rojava ya Kurdistanê bikin bin bandora xwe û kurdan be deng bike
Ji aliyê din ve divê raya giştî ya cihane bizane ku destê dewleta Tirk di van êrîşan de heye. Grûbên çekdarên girêdayî Tirkiyê di van êrîşan de rolekî çalak û nezenî dilîzin. Divê NY û dewletên Ewrope sîyasete ku devlete Tirk li hember Rojava Kurdistanê dimeşîne bizane û li hember erîşen devleta Tirk be deng nemînin.
Kurdên Rojava Kurdistanê û rêxistina leşkerî QSD li Sûriye û Rojava li hember rêxistina terorîst a DAIŞê şerekî bêhempa meşandin û berxwedanekî dîrokî nîşan dane. Divê ev yek neyê ji bîr kirin.
Piştî şerê navxweyî û çûyîna Beşar Esed, dewletên cîhanê û aktorên siyasî yên navçeyê dixwazin Sûriyekî nû ava bikin. Avakirina Suryekî nude
Dibê mafên netewa Kurd û kêmnetewan ku li Sûrye dijîn di zagona nu ya Sûryeda cih bigre û be parastinê. Sûrye ya nu we deme dikarê di nav aşitî û aramîda bijî.Eger ew tiştana bi cih nebe tu caran aramî û aşitî li navce bicih nebe.
KOMKAR-Yekitîya Komelên Kurdistan li Almanya.
08.01.2026