KOMKAR Beşdarî Festîvala Çanda Navneteweyî ya Duisburgê Bû

Di 13ê Hezîrana 2026an de, Festîvala Çanda Navneteweyî, ku li Duisburgê bi hevkariya Şaredariya Duisburgê û TARGOBANK Europayê hate lidarxistin, çandeyên neteweyî yên cuda ji çar aliyên cîhanê anî cem hev.

KOMKAR jî bi stand û çalakiyên xwe yên çandeyî beşdarî festîvalê bû. Koma Muzîkê ya Xorten Welat, ku di bin KOMKARê de dixebite, di festîvalê de performans pêşkêş kir û ji temaşevanan re şahiya muzîkê pêşkêş kir. Wekî din, komeke folklorê ya Kurdî bi performansên xwe reng da festîvalê. Di seranserê festîvalê de, standa xwarinê ya KOMKARê bala gelek mêvanên ji çandên cuda kişand.

Standa Komkarê ku ala Kurdistanê lê hatibû daliqandin, xalek hevdîtinê ji bo beşdarên ji gelên cuda,û her weha ji her çar perçeyên Kurdistanê. Gelek kesên ku serdana standa KOMKARê kirin, spasiya xwe pêşkeşî Komkarê kirin ji bo hewildanên wan di amadekarî û organîzekirina festîvalê de. Festîval ji bo hevgirtin û têgihîştina hevbeş di navbera çandeyên cuda de hevdîtinek girîng hulqand.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin