m wek Yekitiya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR-Almanya Erîşên Îranê li Ser Herema Kurdistanê bi tundî Şermezar dikin. Ji şehîdan re rehma xwedê dixwazin, bila ruhên wan şad û cîhê wan biheşt be, ji birîndaran re jî silametiyên bi lez dixwazin. Serxweşîyên xwe ji malabatên şehîdan û ji Hukumeta Herema Kurdistanê re radigîhînin.
KOMKAR, Erîşên Îranê li Ser Herema Kurdistanê bi Tundî Şermezar dikin
Li gor ragîhandina Wezareta Pêşmergeyan îro serê sibehê Îranê bi şeş mûşekan êrişî hêzên pêşmergeyan kiriye û di encama vê êrişê de 6 Pêşmerge şehîd ketine û 30 Pêşmerge jî birîndar bûne. Navên 6 Pêşmergeyên şehîd ev in: Ramîn Adil, Şehab Bêxşaşî, Rêber Ebdula, Zikrî Bêxşaşî, Piştîwan Mela Mûsa, Keywan Muzefer.
Li hember şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de, helwesta Herema Kurdistanê her tim bi aşîtîyane bûye. Lê Îranê heta nuha bi sedan mûcek evêtine ser Hewlêr a paytexta Herema Kurdistanê.
Em wek Yekitiya Komeleyên Kurdistanê KOMKAR-Almanya Erîşên Îranê li Ser Herema Kurdistanê bi tundî Şermezar dikin. Ji şehîdan re rehma xwedê dixwazin, bila ruhên wan şad û cîhê wan biheşt be, ji birîndaran re jî silametiyên bi lez dixwazin. Serxweşîyên xwe ji malabatên şehîdan û ji Hukumeta Herema Kurdistanê re radigîhînin.
Carek din hemû erîşên li ser Herema Kurdistanê bi tundî şermezar dikin. Em wek Komkar her tim bi Başûreê Kurdistanê re ne. Divê hemû Kurd, Herema Başûrê Kurdistanê wek giliya çavên xwe biparêzin!
Neman bo dijminê hov yên Kurdistanê
Bijî Pêşmergeyên Kurdistanê
Bijî Yek dengî û Yek rêzîya gelê Kurd
24-03-2026
Yekitiya Komeleyên Kurdistnê KOMKAR-Almanya
