Komkar.eu
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Komkar.eu

KOMKAR.eu , di çareserkirina hemû cure pirsan de, bikaranîna tund û tûjî yê red dike û metodên demokratîk ji xwe re esas digrê. Rêxistinek sivîl ji bo civata Kurd li Ewrûpayê ye! Li Ewrûpayê bi parstina nasnama Kurdî ra, ji bo entegrebûna civata Kurd kar dike! Ji bo demokrasî, wekhevî û mafê mirovan kar dike! Li Ewrûpayê ji bo pirsa jinan û parstina wan, ji bo pirsgirêkên ciwanan û wekheviyê kar dike! Ji bo pêşvebirin û danasîna ziman, kultur û folklora kurdî kar dike! Li ewrûpayê ji bo perwerda zimanê kurdî û naskirina nasnameya Kurd kar dike. Li Ewrûpayê ji bo xweşkirina zemîna jiyanê ji bo kal û pîrên Kurd, kar dike. KOMKAR.eu, piştgiriya hemû xebat û çalakiyên ku di xizmeta berjevendiyên Kurd û Kurdistanê da be, dike. KOMKAR.eu, piştgiriya Hukumeta Herema Kurdistan Başûr dike.. KOMKAR.eu, ji bo doza azadiya Kurdistanê, bo peydakirina dost, piştgir û alîkar, karê lobiyê dike.