KOMKAR li ser koça dawî ya Mehdî Zana peyama serxweşiyê belav kir

Me bi xemgînî û diltazî bihîstin ku siyasetvan û serokê berê yê Şaredariya Amedê, Mehdî Zana, koça dawî kiriye. Em ji bo vê windabûna mezin gelek xemgîn in.

SERSAXÎ Û XEMGÎNÎ
Me bi xemgînî û diltazî bihîstin ku siyasetvan û serokê berê yê Şaredariya Amedê, Mehdî Zana, koça dawî kiriye. Em ji bo vê windabûna mezin gelek xemgîn in.
Mehdî Zana ji aliyê gelê Amedê ve wek serokê Şaredariya Amedê hat hilbijartin. Paşê ji aliyê dewletê ve hat girtin û demeke dirêj di zindana Amedê de ma. Di dema zindanê de gelek îşkence û heqaret dît. Mehdî Zana siyasetvan û rewşenbîrekî naskirî bû. Wî tevahiya jiyana xwe di zindan û sirgûnê de derbas kir.
Bi koça wî ya dawî, gelê Kurd siyasetvanekî xwe yê hêja û jêhatî winda kir.
Em, wek Yekîtiya Komelên Kurdistan – Komkar, ji tevahiya gelê Kurd û malbata Mehdî Zana re sersaxiyê dixwazin. Ruhê Mehdî Zana şad be. Bîranîna wî di tekoşîna azadiya gelê me de her dem zindî bimîne.
29.08.2026
Komkar-Almanya

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin