KOMKAR-Lozan Şorba Noelê ya Salane Belav Dike

KOMKAR li Lozanê, belavkirina şorba Noelê ya salane ji bo bêmalan berdewam dike. Di 8´ê Kanûna Pêşîn a 2025an de, şorba germ di konekî taybet de ku bi alên Kurdî hatibû xemilandin hate pêşkêş kirin. Ev proje bi piştgiriya Federasyona Komeleyên Renens, dêrên di nav Şaredariya Renens de û Nivîsgeha Entegrasyonê ya Renenê tê kirin.

KOMKAR-Lozan Şorba Noelê ya Salane Belav Dike

Baran Dicle

KOMKAR li Lozanê, belavkirina şorba Noelê ya salane ji bo bêmalan berdewam dike. Di 8´ê Kanûna Pêşîn a 2025an de, şorba germ di konekî taybet de ku bi alên Kurdî hatibû xemilandin hate pêşkêş kirin. Ev proje bi piştgiriya Federasyona Komeleyên Renens, dêrên di nav Şaredariya Renens de û Nivîsgeha Entegrasyonê ya Renenê tê kirin.

KOMKAR li Lozanê, bi beşdarbûna bi logoya xwe û bi ala Kurdistanê di çalakiyê de piştgiriya xwe nîşan da. Ji rêvebirên Komkarê Güneri Çadır û Hüseyin Çelik di amadekirina şorbê amade bûn û bi alîkariya çend endamê Komkarê ve, şorba germ li feqîr û bêmalan belav kirin.

Projeya belavkirinatasek şorba germ, piçek be jî, zêkê kesên feqîr û bêmalan têr dike û rûyê wan geş dike.

Komkar, belevkirina şorba germ her sal ji xwe re kiriye erkek. Ev çalakiya wê hefteyekê dom bike. Armanc ew e ku bigihîje bi hezaran kesên bêmal. KOMKAR li Lozanê, ragihand ku vê çalakiyê her sal ji xwe re kirine kevneşopî ku têkilî û piştgiriya xwe ya civakî xurttir dike.

 

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin