Komkar/ Swîsre Konferansek li ser “Zimanê Dayikê an Zimanê Neteweyî” Lidarxist

Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Komkar/ Swîsre, di 15´ê Sibat 2026´an de li avahiya Komeleya Komkar a Lozanê konferansek li ser “Zimanê Dayikê an Zimanê Neteweyî” lidarxist. Konferans, ku di saet 13:00an de hate lidarxistin, bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir.

Komkar/ Swîsre Konferansek li ser “Zimanê Dayikê an Zimanê Neteweyî” Lidarxist

Baran Dicle

Ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê, Komkar/ Swîsre, di 15´ê Sibat 2026´an de li avahiya Komeleya Komkar a Lozanê konferansek li ser “Zimanê Dayikê an Zimanê Neteweyî” lidarxist. Konferans, ku di saet 13:00an de hate lidarxistin, bi deqeyek bêdengiyê dest pê kir.

Di Konferansê endama Komîteya Giştî ya Konfederasyona Revenda KurdistanîAydoğan Înal jî beşdar bû, ji namzetên meclîsa şaredariyê yên Partiya Karker a Swîsreyê (POP) Elizabete Cunha, Carole Castillo, û Mehmet Korkmaz jî axaftinek kur tya piştgiriyê pêşkeş kirin.

Wekî din, Mam Dogala, serokê Federasyona Zimanên Kurdî, peyamek şand û ji bo serkêşiya xebatek weha  spasiya Komkar kir û hêviya hevkariya pêşerojê anî ziman.

Axaftina vekirinê ya konferansê ji hêla, serokê Komkara Lozanê Abdî Çadîr ve hat kirin. Abdi di axavtina xwe de bal kişand ser wê yekê ku armanca wan bi vê cure konferansan ew e ku bala Kurdan bikşîne ser zimanê dayikê û her usa ew piştgiriya hemû xebatên bi vê rengî dikin.

Konferans ji hêla Alî Osman Erdikli ve hate birêvebirin. Parlamenterê berê Osman Özçelik wekî axêver beşdar bû. Berî ku Osman Ozçelîk biaxive, Rêvebirê konferansê Alî Osaman bi kurtî li ser jiyan û xebata Osman Özçelik da guhdaran agahdar kir.

Osman Özçelik, Li ser Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê çewa û ji ku derket ji beşdaran re got: “Li Pakistanê, zimanê fermî Urdî ye û Urdî jî li ser gelê Bangladeşê tê ferzkirin. Tevgera zimanê Bangladeşî li dijî van ferzkirinan  zimanê Urdî mîtîngek protestoyê li bajararê  Dakka, li Bangladeşê li dar xistin. Leşkeran bi çekan mudaxeleyî vê mîtîngê kiribûn. Di encama vê mudaxeleyê de, gelek kes mirin. Ji ber vê komkujiya li Bangladeşê di sala 1999´an de, UNESCO, di rûniştina xwe ya di sala 2000´an de, 21ê Sibatê wekî ‘Roja Zimanê Dayikê’ ragihand, û ji wê demê ve, 21ê Sibatê li çaraliyê cîhanê wekî ‘Roja Zimanê Dayikê’ tê pîrozkirin.” Di berdewamiya axaftina xwe de, Osman Özçelik diyar kir ku ziman pergalek e ku ji nîşanên dengan pêk tê, û ew ji bo veguhestin û îfadekirina raman, hest û daxwazan xizmet dike.

Osman Özçelik behsa gotinên ramanwerên navdar ên di dîrokê de li ser girîngiya ziman kar  kiriye û got: “Platon gotiye, ‘Raman axaftineke bêdeng e.’ Fîlozof Leibniz (Alman) gotiye, ‘Ziman neynika hiş e. Çiqas zelaltir û xweşiktir be, aqil ewqas baştir dixebite.’ Wilhelm Von Humboldt jî gotiye, ‘Ziman ramanê diafirîne, û ziman û raman bi hev re tevdigerin.’

Osman Özçelik, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê Kurdî û diyar kir ku li gorî lêkolînek kovara Le Français Dans Le Monde, Kurdî di nav 6,000 zimanên ku li cîhanê têne axaftin de di rêza 31emîn de ye: “Zimanê Kurdî bi sedan salan qedexe ye û di rêza 31emîn de ye, tevî ku zimanê fermî yê tu dewletekê nîne. Tevî ku bi sedan salan qedexe ye û zimanê fermî yê tu dewletekê nîne, Kurdî li pêş zimanên gelek welatan e. Zimanên gelek welatên Ewropî ji zimanê Kurdî dewlemendtir nînin.” “Farsî li pişt Kurdî ye. Tirkî, ku 737 sal in zimanekî fermî ye, di rêza 25´an de ye,”

Osman Özçelik, axaftina xwe bi dirûşmeya “Zimanê Me Hebûna Me ye” Osman Özçelik piştî axaftina xwe bersiva pirsan da û Konferans  bi dawî bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin