Yekîtîya Komelên Kurdistan KOMKAR- Almanya yê Komkujiya Madimakê bi bîranî. Jî vir 32 sal berê, Roja 2-ê Tîrmehê sala 1993 de, li Sivasê komkujîyekî vehşîyane pêk hat. Di wê rojê de, grûpekê rewşenbîr û hunermendên Kurd û Tirk ji bo beşdariya Festîvala Pîrsultan Abdalê hatibûn bajarê Sivasê. di otêla Madîmaqê de cîhwar bûn.
KOMKUJÎYA MADIMAQÊ JÎ BÎR NABE!
Jî vir 32 sal berê, Roja 2-ê Tîrmehê sala 1993 de, li Sivasê komkujîyekî vehşîyane pêk hat. Di wê rojê de, grûpekê rewşenbîr û hunermendên Kurd û Tirk ji bo beşdariya Festîvala Pîrsultan Abdalê hatibûn bajarê Sivasê. di otêla Madîmaqê de cîhwar bûn.
Madimaq bu hedefa erêşa kevneperestên îslamîst û faşîst.
Wan har û hovan agir berdan otêlê. Di vê erîşê de, du xebatkarên otelê û 33 rewşenbîr û hunermend hatin kuştin. Piranîya wan rewşenbîr û hunermendan ku di we erîşeda jîyana xwe jı dest dan Elewî bun.
Vê har û hovîya li MADIMAQÊ rojek reşe di diroka Tirkîyê de.
Em wek Yekîtîya Komelên Kurdistanê, KOKAR- Almanya vê komkujiyê , har û hovîtîyê bi hemû avayî şermezarî dikin. Di 32. min salvegera qetlîama Madîmaqê de, hemû cangorîyên vê wehşetê bi rêzdarî bi bîr tînin. Ew ticar ji bîrnabin.
Carêk din wan qatil û hovan rezîl û riswa dikin.
Şehîdên MADIMAQÊ nemirin.
Ruhê wan sax û şad be.
Yekîtîya Komelên Kurdistan KOMKAR- Almanya
Tirmêh 2025