Konfederasyona Rewanda Kurdistanî îro, di 31.01.2026 de, li Almanya, li bajarê Bonnê, ji bo piştgirîya Kurdistana Rojava mîtîngeke girseyî li dar xist. Bi dehan hezaran Kurd û dostên Kurdan beşdarî çalakiyê bûn.
Li Bonnê Dilê Kurdistanîyan JiBbo Rojava Yê Kurdistanê Lêxist.
Konfederasyona Rewanda Kurdistanî îro, di 31.01.2026 de, li Almanya, li bajarê Bonnê, ji bo piştgirîya Kurdistana Rojava mîtîngeke girseyî li dar xist. Bi dehan hezaran Kurd û dostên Kurdan beşdarî çalakiyê bûn. 
Li ser navê komîteya amadekariyê ya mîtîngê, koordînatorê çalakiyê Akîf Hesen axivî û bi germî beşdaran silav kir. Serokê Konfederasyona Rewanda Kurdistanê, birêz Îsmail Kamil jî axivî. Wî di axaftina xwe de êrîşên ku li dijî gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê tên kirin bi tundî şermezar kir û piştgirîya xwe anî ziman.
Birêz Mesûd Barzanî jî peyamek ji bo mîtînga Bonnê şandibû. Peyama Serok Barzanî ji aliyê birêz Şîfa Barzanî ve hat xwendin. Di qada xwepêşandanê de bi deh hezaran Ala Kurdistanê pêl dida. Yekem care ku bi 10 hezar Ala Kurdistanê qada civînê xemilandibû. 
Di mîtîngê de hunermendên navdar Şîrvan Perwer, Şerîfo, Xero Abbas û gelek hunermendên din ên Kurd beşdarî çalakiyê bûn û stranên welatperwerî û gelêrî bi beşdaran re parve kirin.
Hevalên Komkar û PSK jî li seranserê Almanya bi awayekî girseyî û aktîf beşdarî li xwepêşandanê kirin. Mîtîng di saet 13.00 de dest pê kir û heta 18.00 êvarê, bi coş û heyecaneke mezin, bê problem û bi serkeftî bi dawî bû.