Di roja 10.01.2026´an de li bajarê Bremenê, Komeleya Newroz, Komkar Bremenku ser bi Konfederasyona Revenda Kurdistanî ne û Hevkariya Kurdên Bremenê li dijî êrîşên ertêşa Sûriyê û çeteyên girêdayî bi DAIŞ´ê li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi mîtîngekê ve hat şermezarkirin.
Li Bremenê Erîşên li Ser Taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya ser bi Helebê Hat Şermezarkirin

Di roja 10.01.2026´an de li bajarê Bremenê, Komeleya Newroz, Komkar Bremenku ser bi Konfederasyona Revenda Kurdistanî ne û Hevkariya Kurdên Bremenê li dijî êrîşên ertêşa Sûriyê û çeteyên girêdayî bi DAIŞ´ê li taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi mîtîngekê ve hat şermezarkirin. Her wiha hevalbende PYD jî wek piştgir beşdarî vê çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî û Almanî axaftin hatin kirin, êrîş hatin şermezarkirin û piştgirî ji bo Rojavayê Kurdistanê hat xwestin.
Beşdarên xwepêşandanê bi hev re van şîaran bilind kirin:
Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê!
Bijî serhildana Rojhilatê Kurdistanê!
Kurdistan ne çar parçeye, Kurdistan yek e!