Li Bremenê Roja 8ê Adarê bi Coş Hat Pîrozkirin

Di roja 8ê Adarê 2026 de, Komkar Bremen, PSK, PDPKS û PYDKS li bajarê Bremenê çalakiya Roja Jinên Cîhanê (8ê Adarê) bi hev re li dar xistin. Çalakî bi bîranîna şahîdan û xwendina surûda Ey Reqîb dest pê kir.
Li ser navê komîteya amadekar, Hamît pêşwazî li beşdaran kir. Di çalakiyê de, li ser navê komîteya amadekar, Sara axaftina xwe bi zimanê Almanî kir, û Baranê Cûmê jî axaftina bi zimanê Kurdî xwend.

Di çalakiya 8ê Adarê de 6 jinên tekoşer û xebatkar hatin xelatkirin: Nazlî Hebîb, Dilşa Ayo, Emîne Adigüzel, Gulçîn Camkiran, Sûad Mihmed û Fadîla Sofuk.

Bernameya ahengê ji aliyê hunermendê Gulîstan Awaz ve hat pêşkêşkirin. Gulîstan Awaz di axaftina xwe de li ser dîroka 8ê Adarê, Roja Jinên Cîhanê, axaft û girîngiya wê anî ziman.

Di çalakiyê de, ji bo hînbûna zimanê Kurdî, pirtûk û hin dokuman wek diyari hatin belavkirin. Her weha, hunermendê dengxweş Zîyad Hiso bi deng û awaza xwe stranên Kurdî xwend û beşdarên çalakiyê bi hev re govend girtin.

Piştî çalakiya 8ê Adarê, Komjin Bremen û Komciwan li komela Komkarê ya Bremenê xwarina iftara Ramazanê amadekir. Beşdaran çalakî bi hev re bi xwarina iftarê bidawî kirin. Çend wêne ji ahenga 8ê Adarê

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin