Civîn ji aliyê parlementerên Flaman, rêzdar Ine Tombeur, Karel Vanlouwe, ji partîya N-VA ( Hevbendîya Flaman ya Nû ) û çalakvanên Kurd Roni Mazlum û Ekrem Hamo ve hate organize kirin.
Di 24/01/2025an de li paytexta Belçîka Brukselê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê civînek hat li darxistin.
Ji bo civîne nûnerên komele û partîyên Kurd li Belçîka hatibûn vexwendin.