Li Cenevreyê “Bila Em Bibin Dengê Rojava” Mîtîngeke Hevbeş ji bo Rojava û Rojhilatê Kurdistan Hat li Darxistin

Di roja 25´ê Çileya 2026´an de, li Cenevreyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî, bi bangeke hevbeş a Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Federasyona Komkar Swîsre, Federasyona,   Revenda Kurdistanî li Swîsre Federasyonu  komeleya Piştgiriya Hakpar´ê, bo piştgiriya Rojava û Rojhilatê Kurdistanê mîtîngeke berfireh hate lidarxistin.

Li Cenevreyê “Bila Em Bibin Dengê Rojava” Mîtîngeke Hevbeş ji bo Rojava û Rojhilatê Kurdistan Hat li Darxistin

Baran Dicle

Di roja 25´ê Çileya 2026´an de, li Cenevreyê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî, bi bangeke hevbeş a Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Federasyona Komkar Swîsre, Federasyona,   Revenda Kurdistanî li Swîsre Federasyonu  komeleya Piştgiriya Hakpar´ê, bo piştgiriya Rojava û Rojhilatê Kurdistanê mîtîngeke berfireh hate lidarxistin.

Nêzîkî 3,000 kes beşdarî mîtîngê bûn, ku saet di 14:00´an de dest pê kir. Mîtîng bi deqeyek bêdengiyê û piştre sirûda neteweyî ya Kurd “Ey Reqîp” hate xwendin. Alana mîtîngê gelek caran bi dirûşmên Rojava Rojhilat Kurdistan Yek Welat, Bijî Berxwedana Rojava ve deng vedida û pir caran dîmenên hestiyar  dihate ber çavan, nemaze di dema axaftinên derbarê Rojava de.

Mamoste Cewdet û Aso Pirotî di mîtîngê de axaftin kirin û bal kişandin ser êrîşên leşkerî, ambargoyan û binpêkirinên mafên mirovan li Rojava û Rojhilat. Di axaftinan de bêdengiya civaka navneteweyî bi tundî hate rexnekirin.

Serokê Komkar -Lozanê Abdî Çadir li ser navê rêxistinên amedekar axivî û di axavtina xwe de bang ji Neteweyên Yekbûyî kir û bal kişand ser ku Cenevre navenda mafên mirovî û aştiyê ye ûdi berdewamiya axavtina xwe de got: “Îro, li vir li Cenevreyê, li vê meydanê mafên mirovan û aştî lê têne nîqaşkirin, em dengê xwe ji bo Rojava û gelê Kurd bilind dikin. Em şer naxwazin; em li vir in bo daxwaza  jiyanek , azad û rûmet biparêzin.”

Çadir, tekez kir ku gelê Kurd li Rojava di bin şert û mercên dijwar de dijî  ku êrîşên leşkerî, ambargoyên aborî û polîtîkayên guhertina demografîk jiyana rojane felç dikin. Wî bi gotinên “Zarok ji perwerdeyê bêpar in, nexweş bê dermanin û malbat neçar in ku di şert û mercên ne layiqê rûmeta mirovan de bijîn, gelê Kurd îro bedêla şerê xwe yê dijî DAÎŞ´ê dide û di şûna ku rêz li mafên gelê Kurd bê girtin, tê cezakirin.” Di berdewamiyaa axavina xwe de got:  “Divê civaka navneteweyî bêdengiya xwe bi dawî bine. Mafên mirovan nikarin bibin mijara bazarkirina siyasî. Jiyana gelê Kurd di hesabên berjewendiyên navneteweyî de ne kartek e.”

Di daxuyaniya muşterek de daxwazên parastina sivîlan, rawestandina êrîşan û naskirina statuya Kurdan li Rojava anî ziman û tekez kir ku ev ne tenê ji bo Kurdan lê ji bo hemû mirovahiyê bangek e. hate gotin ku eger îro Rojava neyê parastin, ev trajediya dê sibê li her derê cîhanê dubare bibe. Daxwazin muşterek ya rêxistinn Kurdistanî , li qada mîtîngê bi çepikên mezin hat pêşwazîkirin.

Partî û rêxistinên siyasî yên wekî PDK, PSK, PWK û YPJ jî beşdarî mîtîngê bûn û piştgiriya xwe pêşkêş kirin. Di tevahiya çalakiyê de, dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî azadî û yekîtiya Kurdan” hatin gotin. Mîtîng bi dubarekirina peyamên piştgiriyê bo Rojavayê Kurdistan û tekezî li berdewamiya têkoşîn û berxwedanê, bi dawî bû.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin