Li Hember Erîşên Îranê û HTŞ Bêdeng Nemînin

Rejîma Îranê û milîsên çekdar ên ku ji aliyê wê ve li Iraqê tên destekkirin, her roj erîşên xwe ên li ser axa Başûrê Kurdistanê zêdetir dikin. Her weha HTŞ jî di van erîşan de rola xwe heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rojên dawî de, li ser şerê ku di navbera Amerîka û Îsraîlê de li hember Îranê dest pê kir, daxuyand ku ewê bê alî bimîne.

Li Hember Erîşên Îranê û HTŞ Bêdeng Nemînin


Bekir Topgider


Rejîma Îranê û milîsên çekdar ên ku ji aliyê wê ve li Iraqê tên destekkirin, her roj erîşên xwe ên li ser axa Başûrê Kurdistanê zêdetir dikin. Her weha HTŞ jî di van erîşan de rola xwe heye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rojên dawî de, li ser şerê ku di navbera Amerîka û Îsraîlê de li hember Îranê dest pê kir, daxuyand ku ewê bê alî bimîne.

Ev helwesta hikûmetê helwestek eşkere ye û dewleta Îranê û HTŞ jî ji vê helvestê agahdar in.
Erîşên li ser Başûrê Kurdistanê berdewam in û her roj zêdetir dibin. Li gor agahîyên ku ji alîyê berpirsên hikûmetê ve hatine belavkirin, heta niha nêzîkî 600 erîş bi dron û fûzeyan li dijî herêmê hatine kirin. Du hefte berê, di erîşekê de li ser baregehên pêşmergeyan, 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan û 20 pêşmerge jî birîndar bûn. Piştî wê, dîsa erîşek li ser mala Serokê Herêma Kurdistanê, birêz Neçîrvan Barzanî, hat kirin.

Di rojên dawî de jî, erîşek li ser malek Kurd li Hewlêrê qewimî, ku di wê de bav û dayîkek jiyana xwe ji dest dan û zarokên wan bê bav û bê dê man. Her weha erîşên li dijî baregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê û li dijî penaberên Kurdên Îranê, ku li başurê Kurdistanê dijîn berdewam in. Di van erîşan de gelek sivîlên Rojhilatê Kurdistanê jî jîyana xwe ji dest dane.
Li gor agahîyên ku li ser medya civakî tên belavkirin, zêdetirî êrîşên bi dron û fûzeyan li ser Başûrê Kurdistanê ji aliyê HTŞ-ya Iraqî ve tên kirin. Bi eşkere tê dîtin ku Îran û HTŞ bi van erîşan dixwazin Herêma Kurdistanê bikşînin nav şerê ku di navbera wan û Amerîka û Îsraîlê de heye, û dixwazin hikûmeta herêmê li hember wan, Amerîqa û Îsraîle helwest bigire.

Bi dîtina min, helwesta ku hikûmeta Herêma Kurdistanê girtiye û bêalî maye, helwestek rast û realist e. Ji ber ku Kurd di dîrokê de gelek caran ji alîyê dewletên herêmî û navneteweyî ve hatine xapandin, û herî zêde zirar jî dîsa Kurdan dîtine.
Ji ber vê yekê, divê em hemû Kurd û dostên Kurdan li hember van erîşan bêdeng nemînin, bi çalakî û xwepêşandanan dengê xwe bilind bikin, raya giştî ya cîhanê agahdar bikin û ji bo Başûrê Kurdistanê piştgirîyê bixwazin.

Ji alîyekî din jî, divê em Kurd xwe ji her alî ve amade bikin, hazirîya xwe ji bo ragirtina van erîşan zêde bikin û li hember wan erîşan xwedî yek helvest bin.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin