Îro 10.01.2026, roja şemiyê, seat di 16.00 de partiyên Rojhilata Kurdistanê li bajarê Kölnê ji bo piştgiriya xwepêşandanên ku li Îranê û Rojhilata Kurdistanê didomin, mîtîngek hat li dar xistin.
Li Kolnê Çalakiya Piştgiriya Bo Xwepêşandina Îran û Rojhilata Kurdistanê Hat li Darxistin.
Îro 10.01.2026, roja şemiyê, seat di 16.00 de partiyên Rojhilata Kurdistanê li bajarê Kölnê ji bo piştgiriya xwepêşandanên ku li Îranê û Rojhilata Kurdistanê didomin, mîtîngek hat li dar xistin.
Ji hemû beşên Kurdistanê Kurd û dostên Kurdan beşdarî wê xwepêşandinê bûn.
Di xwepêşandinê de berpirsên partiyên Rojhilata Kurdistanê li ser xwepeşandinê ku li Ìranê û rojhilata Kurdistanê dom dikê axivîn û pişgirîya xwe anîn ziman. Komkar-Koln jî bi beşdarî xwepêşanadanê bû û piştgira xwe bo Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê da nîşandin.
Beşdarên xwepêşandinê bi hev re sloganên jêrîn berz kirin:
Bijî serhildana Rojhilata Kurdistanê!
Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Êşrefiyê !
Jin jîyan azadî !
Kurdistan ne çare, Kurdistan yek e!