Komkar EU
Konfederasyona Komeleyên Kurdistanê li Ewrûpa

Li kolnê: Dengê piştgiriyê ” Mahnwache der solidaritet”

Navenda Nûçeyan

Li Almanyayê, li bajarê Kolnê di qada Wallraff Platz´ê 70 mîn xwepêşandana bi navê Dengê Hevkariyê ”Mahnwache der Solidaritet” di roja 08.07.2020´an da pêk hat.

Ev çalakiyên bi navê ” Dengê Pişgiriyê” ji bo kesên di bin zordariyê dane, têne kirin. Çalakiya vê carê jî bo piştgiriya rojnamevanên Denîz Yucel, Can Dundar û Mesala Tolu ku ji aliyê rejîma  Tirkiyê ve tûşê zordariyê bûne, hate kirin. 69 mîn xwepêşandana Dengê Piştgiriyê, ji bo rêvebirê Komkar-Almanyayê Bekir Topgîder bû.

Parlamenter Ji partiya keskan ” Die Grune” parlamenter Margit Stumpp û ji partiya ”Die Linke” parlamenter Gokay Akbulut, axaftinek pêşkeş kirin. 

Parlamenteran di axaftinên xwe da anîn ziman ku hukumeta Tirkiyê pêşî li ser Kurdan, li ser ronakbîran, hunermendan, rojnamevan û siyasetmedaran zulmek mezin tê kirin ev zulma ji aliyê wan  va nayê qebûlkirin. Her usa Erîşên eskerî yê Tirkiyê li ser başûr û rojavayê Kurdistanê, bi tundî mehkûm kirin.

Wek tê zanîn demek dirêje ku rêvebirê Komkar-Almanyayê Bekir Topgîder li Tirkiyê hate girtin- Li ser Bekir qedexeya ji Tirkiyê derketinê danîne. 

Siyaben Topgîder ku kurê Bekir Topgîder e, axaftinek li ser rewşa bavê xwe pêşkeş kir. Sîyaben di axaftina xwe da dazanîn ku Bekir Topgîder kesek demokrat û aşîtîxwaz bû, ji aliyê derdora xwe gelek tê hezkirin. Divê Tirkiyê pêşiya siyaseta demokrat û aşîtîxwaz ve bike. 

HukumetaTirkiyê ji demokratî û aşîtiyê ditirse, loma dixwaze bi girtin û zîndanî kirinê dengê   demokrat û aşîtîxwazan bitemirîne. 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin