Li Kölnê ji bo Mehdî Zana şîn (tazîye) hat lidarxistin

Îro, 6ê Îlonê 2026an, Yekîtiya Komelên Kurdistanê (KOMKAR) li Kölnê, li lokala KOMKARê, ji bo siyasetvanê tekoşer û kesayetîyê navdar ê Kurd Mehdî Zana, civîna şînê (taziyê) lidar xist.

Li Kölnê ji bo Mehdî Zana şîn (tazîye) hat lidarxistin

Îro, 6ê Îlonê 2026an, Yekîtiya Komelên Kurdistanê (KOMKAR) li Kölnê, li lokala KOMKARê, ji bo siyasetvanê tekoşer û kesayetîyê navdar ê Kurd Mehdî Zana, civîna şînê (taziyê) lidar xist.

Di destpêka civînê de, li ser navê KOMKARê Bekir Topgider silav û xêrhatina beşdarên şînê kir û civîn bi rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Mamoste Mehmed Tanrıkulu, endamê Meclîsa PSK Mesud Tek û siyasetvan û nivîskar Bayram Ayaz, derbarê jiyan, tekoşîn û xebata Mehdî Zana de axivîn. Di axaftinan de, her wiha, hilbijartina Mehdî Zana wekî şaredarê Amedê û rola wî di jiyana siyasî ya Kurdistanê de hat nirxandin.

Mesud Tek û Bayram Ayaz di axaftinên xwe de diyar kirin ku Mehdî Zana yek ji damezrînerên PSKê bû û wan bi salan li Amedê bi hev re xebitîn û tekoşîna siyasî kirin.

Di civîna şînê de her wiha siyasetvan û çalakvan Îsa Çelik, siyasetvan û karsazê Kurd Maaruf Ataoğlu nivîskar û siyasetvan Huseyîn Turhalî û çalakvana Kurd xanim Elmas axivîn û li ser jiyan, kesayetî, tekoşîn û rola Mehdî Zana rawestan.

Hevalê Mehdî Zana, Îbrahîm Gürbüz, ku demekê bi wî re di Girtîgeha Amedê de bi hevre mabûn, di civînê de axivî û serpêhatiyên xwe ji berxwedana di zindana Amedê de parve kir.

Di şînê de, li ser navê PYDKSê Azad Eli û li ser navê PDPK-Sê Selman Heso jî axaftin kirin. Her wiha, heyetek ji Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDKÎ) beşdarî civîna şînê bû.

Beşdarên civînê, ku ji bo bîranîna siyasetvanê navdar Mehdî Zana li lokala KOMKARê hatibûn cem hev, spas û serbilindîya xwe ji KOMKARê re anîn ziman.

Civîn bi bîranîna Mehdî Zana û rêzgirtina ji bo jiyan, kesayetî û tekoşîna wî bi dawî bû

 

 

 

.

.

 

 

 

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin