Îro 24.01.2026 de Köln, Mannheim, Stuttgart, Hamburg, Bremen, Mûnih û li Bernê xwepêşandan ji bo piştgirîya Rojava û li dijî hikûmeta nû ya Ahmed El-Şara (Şara) hatin lidarxistin.
Di van çalakiyan de bi dehan hezar Kurd û dostên Kurdan beşdarî çalakiyan bûn. Hevalên Komkar û PSK-ê bi girseyî û bi awayekî çalak cih girtin.
Li Köln,Stuttgart,Mannheim,München,Bremen,Hamburg û li Bernê xwepêşandan hatin li darxistin.
Îro 24.01.2026 de Köln, Mannheim, Stuttgart, Hamburg, Bremen, Mûnih û li Bernê xwepêşandan ji bo piştgirîya Rojava û li dijî hikûmeta nû ya Ahmed El-Şara (Şara) hatin lidarxistin.
Di van çalakiyan de bi dehan hezar Kurd û dostên Kurdan beşdarî çalakiyan bûn. Hevalên Komkar û PSK-ê bi girseyî û bi awayekî çalak cih girtin.
Endama rêveberiya giştî ya Komkarê Gulê bi zimanê Almanî axaftinek kir.
Axaftina Gulê bi zimanê Kurdî li jêr e:
Xuşk û birayên hêja,
Berî her tiştî, bi navê Komkar Almanya yê ez we hemûyan bi dilgermî silav dikim.
Beşdarên hêja,
Wekî ku hûn jî dizanin, niha li hemberî Rojava Kurdistanê êrîşên artêşa Sûriyê û rêxistinên cihadî yên piştgiriya Tirkiyê distînin hene û gelê me bi qetlîaman re rû bi rû ye. Em bi tundî van êrîş û qetlîaman şermezar dikin.
Divê hûn bizanibin ku em bi hemû hêz û quweta xwe li cem birayên xwe yên Rojava Kurdistanê ne.
Gelê me yê hêja,
Îro roja yekîtiyê ye; parastina destkeftiyên neteweyî yên li Rojava Kurdistanê û piştgirî û mil dayîna gelê me yê li wê perçeyê ye.
Li gorî çapemenî û agahiyên ku me standine, leşkerên Sûriyê û rêxistinên cihadî hêzên xwe li nêzî Hesekê bi cih kirine û çend rojin ku sembola berxwedanê Kobanî ji aliyê hêzên dijmin ve hatiye dorpêçkirin. Gelê me bê av, bê xwarin û bê elektrîk hatiye hiştin. Ev yek li hemberî mirovahiyê zilm e û tu carî nayê qebûlkirin.
Beşdarên hêja,
Bi kurtî, gelê me yê Rojava Kurdistanê niha di navbera man û nemanê de ye.
Ji ber vê yekê divê hemû partî, rêxistin û aliyên siyasî yên Kurd ji bo pêşîgirtina li van êrîş û qetlîaman destê xwe bidin hev û bi hev re li dijî wan bisekinin.
Li vir em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY), hêzên navneteweyî yên bi bandor û raya giştî ya cîhanê dikin: Divê ew bi serokê demkî yê Sûriyê Ehmed el-Şara re têkiliyê deynin û pêşî li van êrîş û qetlîaman bigirin.
Em wek Yekitîya Komelên Kurdistan-Komkar ê bi hemû hêza xwe radigihînin ku em li kêleka gelê xwe ne.
Ya Kurdistan ya nenem
Bijî Kurdistan!
Komkar-Almanya
