Di roja Yekşemê 22’ê Şubatê 2026’an de, li Komeleya Komkar ya Bremen civîna 21’ê Şubatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hate li darxistin. Civîn bi silavkirina beşdarên ji aliyê Serokê Komkar Bremen Nusret Etdoger ve dest pê kir; dû re sıruda neteweyî ya Kurdî Ey Reqîb hate xwendin û ji bo şehîdan rêzgirtin hat kirin
Li Komkar Bremen’ê de semînereke 21’ê Şubatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hat lidarxistin.
Di roja Yekşemê 22’ê Şubatê 2026’an de, li Komeleya Komkar ya Bremen civîna 21’ê Şubatê Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hate li darxistin. Civîn bi silavkirina beşdarên ji aliyê Serokê Komkar Bremen Nusret Etdoger ve dest pê kir; dû re sıruda neteweyî ya Kurdî Ey Reqîb hate xwendin û ji bo şehîdan rêzgirtin hat kirin.
Axêverên civînê nivîskarê navdar ê Kurd Eskere Boyik, mamosteyên zimanê Kurdî Gulistan Awaz û Ronî Stêrk bûn.
Axêveriya yekem mamoste Ronî Stêrk kir. Wî li ser girîngiya 21 Spatê rojê û pêvajoya dîrokî rawestiya û diyar kir ku nebûna pergaleke fermî ya dibistanê ji bo zimanê Kurdî parastina zimanê dijwartir dike. Ji ber vê yekê, wî bal kişand ser vê yekê ku berpirsiyariya zindî hiştin û parastina zimanê zêdetir dikeve ser milên malbatan.
Mamoste Gulistan Awaz jî di axaftina xwe de got ku li Sûriyê di serdema rejîma Baas de, di şert û mercên dijwar de bi awayekî veşartî xwendin û nivîsîna bi zimanê Kurdî fêr bûye û dijwariyên wê demê bi berfireyî anî ziman.
Nivîskarê Kurd Eskere Boyik jî li ser ziman û dîroka Kurdî li Yekîtiya Sovyetê berê agahdariyên berfireh da; her wiha li ser dewlemendiya zimanê Kurdî û zaravayên wê rawestiya.
Piştî axaftinên axêveran, beşdarên civînê pirsên xwe pêşkêş kirin. Piştî bersivên hatin dayîn, semîner bi serkeftî bi dawî bû.