Komkar Bremenê wek kevneşopiya xwe ya heyî, her mehê carekê ji bo endam û dostên xwe taştêyek hevbeş amade dike. İro jî 14.06.2026-an de jî taştê hate amadekirin û bi beşdariya endam, dost û hevalan re hate xwarin.
Li Komkar Bremenê Taştêya Hat xwerin û Îmzekirina Pirtukan Hat Li Darxistin

Komkar Bremenê wek kevneşopiya xwe ya heyî, her mehê carekê ji bo endam û dostên xwe taştêyek hevbeş amade dike. İro jî 14.06.2026-an de jî taştê hate amadekirin û bi beşdariya endam, dost û hevalan re hate xwarin.

Di çarçoveya bernameya îroyîn de, merasîma îmzekirina pirtukan jî hate lidarxistin. Nivîskar û siyasetmedarê Kurd, Nazim Tursun, pirtuka xwe ya bi navê “Kilam û Stranên Me” ku çapkiriye ji bo beşdaran îmze kir.
Nazim Tursun di axaftina xwe de li ser pirtuka xwe rawest û got ku dema min dest bi nivîsandina vê pirtukê kir, ew di qonaxa hînbûna nivîsandina kurdî de bû. Wî her weha ji pirtuka xwe hin helbest û stran bi kurdiyeke zelal û xweşik ji bo beşdaran xwend.

Di dawiya bernameyê de, nivîskar pirtukên ku ji bo xwendevanan anîbûn îmze kirin. Pereyê ku ji firotina pirtukan hate berhevkirin, ji bo piştgirîkiriya zarokên bê bav û dê hatiye tarxankirin û hate dayîn fonekê ku di vê warî de kar dike.