Li Konê: Taziya M. Emîn Bozarslan Hat Pêkanîn

Îro, di 15ê Sibatê 2026an de, li Kölnê, di navenda KOMKARê de, civîna serxweşiyê ya nivîskar, ziman­zan û lêkolînerê navdar M. Emîn Bozarslan hat lidarxistin. Civîn li ser navê KOMKARê bi rêveberiya Bekir Topgider dest pê kir. Bekir Topgider pêşî xêrhatina mêvanan kir û ji bo şehîdên Kurdistanê rêzgirtin kir.

Topgider di axaftina xwe de got ku bi salan di navbera M. Emîn Bozarslan û KOMKARê de têkiliyeke kûr û dostaniyeke bi wate hebû; ji ber vê yekê, ger ev civîn nehatiba lidarxistin, dê kêmasiyeke mezin çêbibûya. Ji ber vê yekê ev civîna serxweşiyê hat lidarxistin.

Piştî wê, nivîskarê Kurd Dr.Phil Husên Habeş wek axaftvanê civînê axivî. Wî bi berfirehî agahî li ser jiyan û berhemên nivîskarê navdar M. Emîn Bozarslan da beşdaran.

Di civînê de, helbestên ku M. Emîn nivîsîbûn û ji aliyê hunermendê navdar Şivan Perwer ve hatibûn stran kirin jî hatin guhdarîkirin.

Hin berpirsên partiyan, ronakbîr û welatparêzên Kurd beşdarî civînê bûn. Di nav beşdaran de siyasetvan û nivîskar Bayram Ayaz, siyasetvan Mesud Tek, rojnamevan Îbrahîm Mahmud û çalakvanê siyasî Îsa Çelik jî li ser xebata M. Emîn Bozarslan raman û dîtinên xwe anîn ziman.

Her weha partiyên Kurdistanî yên PDK-Î, PDK, PSK, P.D.P.K.S, P.D.Y.K.S û PDK-S jî beşdarî civîna serxweşiyê bûn. Kesên ku beşdarî civîna serxweşiyê bûn, ji KOMKARê re sipasiya xwe anîn ziman ku ev civîn lidarxistiye.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin