Li Lozanê Newroz, bi coşêkî mezin û bi hezaran kesan li Meydana Ouchy hat pîrozkirin

Bi pêşengiya Komkar a Swîsreyê, Newroz, roja neteweyî ya Kurdan, vê salê jî bi beşdariya coşdar hat pîrozkirin. Di 21’ê Adara 2026’an de, saet 18:00’ê li bajarê Lozanê, li Meydana Ouchy, hezaran kes ji çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.
Pîrozbahî bi stranbêjîya koma muzîkê ya Rojhilatê, ku himna neteweyî ya Kurdan “Ey Reqîp” got, dest pê kir. Paşê, ji bo yên ku di têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdistanê de canê xwe dan, deqeyek rawestanê ya rêzgirtinê hat kirin.

Li Lozanê Newroz, bi coşêkî mezin û bi hezaran kesan li Meydana Ouchy hat pîrozkirin

Baran Dicle

Bi pêşengiya Komkar a Swîsreyê, Newroz, roja neteweyî ya Kurdan, vê salê jî bi beşdariya coşdar hat pîrozkirin. Di 21’ê Adara 2026’an de, saet 18:00’ê li bajarê Lozanê, li Meydana Ouchy, hezaran kes ji çar parçeyên Kurdistanê beşdar bûn.

Pîrozbahî bi stranbêjîya koma muzîkê ya Rojhilatê, ku himna neteweyî ya Kurdan “Ey Reqîp” got, dest pê kir. Paşê, ji bo yên ku di têkoşîna azadiya neteweyî ya Kurdistanê de canê xwe dan, deqeyek rawestanê ya rêzgirtinê hat kirin.

Axavtina vekirinê ya bernameyê, li ser navê Komîteya Tertîba Newrozê, ji aliyê Rahim Mohammadi ve hat kirin. Mohammadi di axavtina xwe de girîngiya dîrokî û neteweyî ya Newrozê ji bo gelê Kurd xêz kir û bi taybetî li ser pêşketinên dawî li Rojhilatê rawestiya. Wî diyar kir ku yekîtî û hevxebat ji bo destkeftiyên gelê Kurd girîngiyek jiyanî hene, û got ku Newroz divê wek sembola xurtkirina vê ruhê yekîtî were dîtin.

Piştî Rahim Mohammadi, Dr. Aziz Abdulkerim jî peyama Newrozê bi zaravayê Kurmancî xwend.

Dûre de, nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Swîsreyê, Dr. Fauzi Kaddur, li ser dikê derket û li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Newroz pîroz kir. Serokê Komkar a Lozanê, Abdi Çadır, jî bi Kurdî û Fransî axivî û cejna beşdaran pîroz kir.

Piştî axavtan, bernameya kultûrî dest pê kir. Di destpêkê de Koma Aşti derket ser sahneyê. Dûre, hunermendên Rojava, Dilovan Dari û Rafa, bi performansên xwe coşka girseyê zêde kirin.

Di demên dawî yên şevê de, agirê Newrozê ji aliyê Dr. Fauzi Kaddur û endamên komîteyê Abdi Çadır, Rahim Mohammadi, Kak Fazel û Mohammad Nerweyi ve hat vexistin. Agir bi stranê “Newroze, Newroze” re bû û coşkek mezin li qada pîrozbahiyê çêbû.

Piştî agirê Newrozê, hunermend Fatê derket ser sahneyê û bi stranên ku bi zaravayên Soranî û Kurmancî got, şahî xweşik kir. Çalakî bi govend û muzîkê bi awayekî coşdar bi dawî bû.

Ji aliyekî din ve, Komkar a Lozanê di pîrozbahiyên vê salê de alayên Kurdistanê bi pere belav kir. Her weha hat diyarkirin ku PDK-Iraq, PDK-Îran, PDK-Sûrî û PSK jî piştgirî dan organîzasyonê û di Komîteya amadekarê Newrozê de cih girtin.

Pîrozbahîya Newrozê bi beşdariya xurt û bi peyamên yekîtî û hevrêziyê bi dawî hat.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin