Di 13ê Adarê di bajarê Bremenê, di Parlamentoya Eyaletê Bremenê da bi amade kirina kokteylek piroz kirina Newrozê destpê kir.
Kokteyl ji aliyên çar parlemanterên Kurd Şahhanim Gorgu, muhlis kocaaga, Hetav Tek û Cîndî tuncel ve hatiye amade kirinê.
Kokteyl, bi axaftina Seroka parlamentoê Antje Grothêr ve dest pêkir. Paşê Serokê Eyaleta Bremenê axaft.
Li Meclisa Bremenê Kokteyla Newrozê
Di 13ê Adarê di bajarê Bremenê, di Parlamentoya Eyaletê Bremenê da bi amade kirina kokteylek piroz kirina Newrozê destpê kir.Kokteyl ji aliyên çar parlemanterên Kurd Şahhanim Gorgu, muhlis kocaaga, Hetav Tek û Cîndî tuncel ve hatiye amade kirinê.Kokteyl, bi axaftina Seroka parlamentoê Antje Grothêr ve dest pêkir. Paşê Serokê Eyaleta Bremenê axaft.
Paş axaftina Serokê Eyletê nunerên partiyên siyasi, ku di paramentoyê da guruba wan heye, axaftin.Bi navê Di Linke Nelson Jansen, bi navê di Grune Dr. Emanuel Herold, bi navê guruba CDU Claas Rohmeyer, bi navê guruba FDP Fynn Voigt û bi navê SPD Ute Reimers-Bruns axaftin û piştgiriya xwe li xebata gelê Kurd ji bona azadî û demokrasî û wekheviyê pêşkeş kirin.
Paş axaftina nunerên partiyan, amedekarên kokteylê ji axaftin. Amedekaran di axaftina xwe da tekez li ser hevxebata Kurdan kirin.
Di dawiya kokteylê da niviskar Ronya Othmann axaft. Niviskar di axaftina xwe da behsa mitolojiya Dehak û Newroz kir û got, ku “Newroz ji bo Kurdan ne tenê destpêka biharê ye, her usa destpêka vejinê ye, mizginiya azadî ye ji bindestî ye.”
Ronya Otmann bi dirêjayî, bi ruwengeha newrozê va, behsa xebata gelê Kurd li seranserê Kurdistanê kir.Gelek nuner û birevabirên Eyaleta Bremenê, niviskar û ronakbîr û nunerên rexistinên Kurd jî di kokteylê da amade bûn. Hunermend Cemile Dincer û guruba wê bi stranên Kurdî kokteylê xemilandin.
Kokteya hanê destkevtekê girîng bû bo xebata diplomasiya Kurd li diyasporayê.