Di 6.02.2026an da li bajarê Oldenburgê, di Mala Êzidî ya wî bajarê da merasimek ji bona pîroz kirina 27emin salvegera ava kirina avahiya mala Êzidî û danina kevirê bingehîn a avahiya nû merasimeka giring û giranbiha hate çêkirin.
Li Oldenburgê Merasimeka Giranbiha
Di 6.02.2026an da li bajarê Oldenburgê, di Mala Êzidî ya wî bajarê da merasimek ji bona pîroz kirina 27emin salvegera ava kirina avahiya mala Êzidî û danina kevirê bingehîn a avahiya nû merasimeka giring û giranbiha hate çêkirin.
Merasim ji aliyê Mala Êzidiya Oldunburgê û Navenda Şewirmendiya Ezîdiya li Nieder Sachsen ve hatiye amede kirin û gelek ronakbîr, lêkoliner, akademisyen, niviskar, nunêren Parlamentoyên navendi û navçeyî, endamên encumenên şaredariyan têda beşdar bûn.
Merasim bi danina kevira bingehên a avahiya nu ji aliyê Serokwezirê Eyaleta Nieder Sachsen Olaf Lise ve, destpêkir. Avahiya heyî ji bona, ku têrê nedikir, bi alikariya Hikumeta Nieder Sachsenê avahiyeka nu tê çêkirin û avahiya nu ne tenê bo Êzidiyan, bona xizmek kirina herkesê be.
Pişti danina kevirê bingehîn, merasim bi xwendina çend beyt ji aliyê Şêx Xwedêdan Adanî ve berdewam kir. Paş xwendina beytan, Serokê Mala Êzidiya Oldunburgê İlyas Yanç axaft.
İlyas Yanç di axaftina xwe da herhatina mêvanan kir û bi dirêji li ser kar û xebata Mala Eêzidiyan û peyvendiya wê ligel dezgehên Almani sekinî.
Paş Îlyas Yanç, Serokwezirê Eyaleta Nieder Sachsen Olaf Lise axaft. Serokwezir axaftina xwe da bi dirêji hatina Êzdiyan bo Nieder Sachen û pêyvendiya Êzidiyan ligel dem û dezgeyên Nieder Sachsen kir.
Serokwezir her usa li ser rewşa Êzidiyan axaft û ragihand ku pêyvendiya wan ligel Êzidiyan û alikariya hikumeta Nieder Sachen her berdewam be.
Paş axaftina Serokwezir, hunermend Dilovan Evîn kilama “Xeribo” yu bi tembura xwe pêşkeşê beşdarvan kir.
Merasim bi axaftina berpirsê Ofisa Çandi a Şaradariya Oldenburgê bi dawî hat.
Heyetê PSK, ku ji Mesud Tek, Mustafa Birden û Nusret Etdoger pêkhatî bû, Endamên Parlamentoya Eyaleta Bremênê Hetav tek û Cindî Tunç jî beşdarê merasimê bûn.