Di gotara xwe ya berê de min behsa yekemîn sazî û dezgehên çandî û girseyî yên ku di dîasporayê de hatibûn damezirandin û her weha rêxistinên Kurdî yên ku çalakî dikirin kiribû. Di vê gotarê de ezê bixwazim bi awayekî giştî li ser xebatên wan sazî û rêxistinan rawestim.
Li ser dîrok û pêşeroja dîaspora Kurdî… Beşa 2
Bekir Topgider
Di gotara xwe ya berê de min behsa yekemîn sazî û dezgehên çandî û girseyî yên ku di dîasporayê de hatibûn damezirandin û her weha rêxistinên Kurdî yên ku çalakî dikirin kiribû. Di vê gotarê de ezê bixwazim bi awayekî giştî li ser xebatên wan sazî û rêxistinan rawestim.
Yekemîn rêxistinên Kurdî yên ku li Almanyayê hatibûn damezirandin, çalakîyên xwe bi bingehîn di van qadan de meşandine: hişyarkirin û birêxistinkirina Kurdên dîasporayê li ser têkoşîna netewî; destekkirina têkoşîna netewî ya ku li her çar parçeyên Kurdistanê dihat meşandin; ragihandina zordestî, binpêkirinên mafên mirovan û pirsgirêkên ku gelê Kurd pê re rû bi rû bûne ji raya giştî ya cîhanê re; paraztin, pêşxistin û nasandina ziman û çanda Kurdî; û her weha alîkarîya çareserkirina pirsgirêkên civakî yên Kurdên dîasporayê.
Di meşandina van xebatan de, bi taybetî KOMKAR û her weha gelek rêxistinên demokratîk yên Kurdî rolek girîng lîztin û kampanyayên hevpar pêk anîn. Yek ji kampanyayên herî girîng daxwaza nasandina Kurdên li Almanyayê wek komeleyek netewî yan jî kêmneteweyî bû. Ji bilî vê yekê, mafê weşanên radyo û televîzyonê bi zimanê Kurdî, pêşxistina xizmetên şêwirmendîya civakî ji bo Kurdan û mafê perwerdehîya bi zimanê dayikê jî wek daxwaz derxistin holê.
Ji bo bidestxistina van mafan kampanyayên hevpar hatin lidarxistin; meş, mîtîng û cûrbecûr çalakîyên demokratîk hatin pêkanîn. Li dijî zordestî, girtin û binpêkirinên mafên mirovan yên ku li her çar parçeyên Kurdistanê diqewimîn, li derveyî welêt xwepêşandanên girseyî, grevên birçîbûnê û çalakîyên protestoyê hatin organîzekirin.
Di heman demê de, ji bo çareserkirina pirsa Kurdî ya aştîyane, xebatên dîplomatîk yên berfireh hatin meşandin. Serdana Navenda Neteweyên Yekbûyî, Parlamentoya Ewropayê, Konseya Ewropayê û navendên NATOyê hatin kirin; balkişandina ser pirsgirêkên ku gelê Kurd pê re rû bi rû bûne, piştgirîya navnetewî hat daxwazkirin. Her weha şert hatin amadekirin ku heyetên ji Parlamentoyên Ewropa û Almanyayê biçin Kurdistanê û rewşa herêmê li cîh binirxînin.
Ev xebat bi demê re gihîşt astek wisa bilind ku di pirs û hevpeyvînên bi serokwezîrê wê demê yê Tirkîyê Süleyman Demirel re çalakîyên rêxistinên Kurdî yên Ewropayê jî dibûn mijara gotûbêjê.
Di bersiva pirsên rojnamevanekî de hat diyarkirin ku rêxistinên Kurdî yên Ewropayê û dorhêlên ku bi wan re di nav hevkarî û piştgirîyê de ne, li hemû platformên navnetewî yên ku Tirkîye beşdarî wan dibû, pirsgirêka Kurdî bi berdewamî di rojevê de dihêlin û ev yek ji bo dewleta Tirkîyê dibe sedemek girîng ya nerehetîyê.
Ji alîyê din ve, ev rewş nîşan dide ku rêxistinên Kurdî yên dîasporayê di warê avakirina raya giştî ya navnetewî û di rojeva cîhanê de guncavkirina pirsga Kurdî gihîştine astek bandorkir.
Ji bilî van xebatan, pîrozbahîyên Newrozê yên girseyî hatin organîzekirin; pêşangehên pirtûkên Kurdî, pêşbirkên folklorîk û şevên çandî hatin lidarxistin. Kûrsên zimanê Kurdî hatin vekirin; kovar û rojnameyên bi Kurdî û Tirkî hatin weşandin; her weha bulten, rapor û pirtûkên bi Almanî û Îngilîzî hatin çapkirin û belavkirin.
Min hewl da ez van xebatan, bêyî ku biçim nav hûrgulîyên wan, bi çarçoveyek giştî bînim ser zimên, da ku ji alîyê nifşên nû ve bên zanîn û bîranîn.
Wê gotar bidome.