Em sersaxiyên xwe yên kûr derbarê şewata trajîk a ku di şeva sersalê de li navendeke şahiyê li bajarê seyrangehê yê Crans-Montana yê ya Swîsreyê de çêbû diyar dikin, û em sersaxiyê ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dane re dixwazin û ji birîndaran re silametiya bilez dixwazin.
Ji bo Raya Giştî

Em, di vê bûyera trajîk de ji ber mirina herî kêm 40 kesan pir xemgîn in. Her wiha ji zêdetirî 150 kesên ku di şewatê de birîndar bûne re jî silametiya bilez dixwazin. Em êşa gelê swisrê û malbatên kesên ku canê xwe ji dest dane û her usa êşa malbatên kesên birîndarin parve dikin. Ev bûyera trajedik ne tenê Swîsre, tevahiya cîhanê xemgîn kiriye.
Wekî Komkar Swîsre, em dixwazin spasiya hemî rayedar, xebatkarên tenduristiyê û tîmên bersivdayîna acîl ên li Crans-Montana bikin, ji bo hewildanên wan ên dilsoz di vê dema dijwar de, û em dixwazin dubare bikin ku em bi hemî qurbaniyan û malbatên wan re ne.
Em hêvî dikin ku bûyerên bi vî rengî yên trajîk careke din çênebin, û wekî Komkar Swîsre, em dixwazin bidin zanîn ku ji bo sivikkirina êşê û di bicihanîna her berpirsiyariyek ku dikeve ser milê me, em bi tevahî pabendê hevgirtinê ne.
Dûbare em ji bo gelê Swisrê û ji bo malbatên qurbaniyan serxaxiyê dixwazin, ji bo birîndaran re jî silametiya lezgîn dixwazin.
02.01.2026
Komkar Swîsre