Li Stockholmê 80´emîn Salvegera Komara Kurdistanê Hat Pîrozkirin

Di roja 17.01.2026´an de li Stockholmê 80´emîn salvegera Komara Kurdistanê hat pîrozkirin.
80 sal pêş niha di bin serwerîya pîşewayê nemir Qadi Muhammed de netewa Kurd li bajarê Mehabadê ala serxwebûnê hilgirt û yekemîn Komara Kurdistanê damezrand.

Li Stockholmê 80´emîn Salvegera Komara Kurdistanê Hat Pîrozkirin

Di roja 17.01.2026´an de li Stockholmê 80´emîn salvegera Komara Kurdistanê hat pîrozkirin.

80 sal pêş niha di bin serwerîya pîşewayê nemir Qadi Muhammed de netewa Kurd li bajarê Mehabadê ala serxwebûnê hilgirt û yekemîn Komara Kurdistanê damezrand.

Avakirina Komara Kurdistan li Rojhilatê Kurdistan, her çend ji ber rewşa wî demê yên navnetewî û nav xweyî nehêla ku temenê Komara Kurdistanê ji 11 mehan dirêjtir be jî, lê di dîroka gelê me de cîhekî girîng girtiye.

Di şevahengê de piştî sirûda netewî Ey Reqîp û rêzgirtin bo şehîdên Kurdistanê, sekreterê PDKÎ rêzdar Xalid Azîzî axaftinek pêşkeş kir, di axavtina xwe de li ser rewşa nû ya Kurdistana Rojhilat sekinî û pêvîstiya yekitiya hêzên Kurdistanî kir.

Li ser navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Şermîn Bozarslan û Kovan Amedî beşdar bûn. Konfederasyonê pîroznameyek pêşkeşî amadekarên şevahengê PDKÎ kir û di 80 mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan (Mahabat), li gelê Kurd piroz kir. Her usa bo damezrenerên Komarê, bi teybet Pêşewa Qazî Muhemed, hevsenger û piştgirê wî yê mezin Mela Mustefa Barzanî, silav û rêzên xwe pêşkeş kir û bi rêzdarî wan bibîr anîn.

Di Şevahengê de gelek dostê piştgirê siyasî ji partiyên Swêdî jî beşdar bûn. Ji partiya Lîberal parlamenter Fredrîk Malm, ji Sosyal Demokratan Kadir Kasirga û Serkan Kose û nûnerê Partiya Çep axavtinek piştgiriyê pêşkeş kirin. Komîteya Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistanî, partiyên Kurdistanî ji hemû beşên Kurdistanê jî beşdarî ahengê bûbûn û bi pîroznameyên piştgiriyê, hevkarî û yek dengîya gelê kurd li hemû beşên Kurdistanê dûpat kirin. Di şevahengê de, Federasyona Jinên Revenda Kurdistanî, Yekitiya Jinên Kurdistan li Swêd û Federasyona Revenda Kurdistanî û Navenda Revenda Kurdistanî li Swêd jî beşdar bûn û pîroznameyên xwe pêşkeş kirin.

 

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin