Di roja 17.12.2025´an de, li lokala Fedrasyona Komeleyên Kurdistanê de bi beşdariya Kurdistaniyan hat pîrozkirin. Al û ziman sembola milletan e. Millet bi al û zimanê xwe tên naskirin.
Li Swêd: Roja Ala Kurdistanê Hat Pîrozkirin
Di roja 17.12.2025´an de, li lokala Fedrasyona Komeleyên Kurdistanê de bi beşdariya Kurdistaniyan hat pîrozkirin. Al û ziman sembola milletan e. Millet bi al û zimanê xwe tên naskirin. Dîroka Ala Kurdistanê ji sed salan zêdetir e. Cîhê kêfxweşîyê ye ku bi hebûna Kurdistana Federal ya Başûr ve Ala Kurdistanê di qada Navnetewî de bi fermî tê naskirin.
Al, ne tenê sembola û nasnameya Kurdan e, Al her wisa sembola yekitiya neteweya Kurdistan e. Cîhê dilxweşiyê ye ku hezkirin û xwedî li Ala Kurdistanê derketin, di nav civaka Kurdistanê de zêde bûye û îro ne tenê li Kurdistanê, belkî li her derê ku Kurd lê hene tê pîroz kirin. Ev tê wê wê wateyê ku hestê netewî û huşayarî ji doh zêdetir e.
Çalakî ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurdistanê, Navenda Revenda Kurdistanî li Swêd, Konfederasyona Revenda Kurdistanî, Komîteya Hevkarî hatibû amadekirin. Pêvîste bê gotin ku Yekitiya Jinên Kurdistanê li Swêd bi beşdarbûnê piştgiriyê da çalakiyê.