Demek dirêj bû ku ez difikirîm ku vê nivîsê binivîsim. Lê ji ber buyeren ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn di qewimîn û zêdebûna mijarên rojane, min tenê niha fersend dît ku vê mijarê binivisim.
Li welatên Ewropayê ciwanên siyasî yên Kurd ku wekî wezîr û parlamenter hatine hilbijartin, me bi rûmet dikin.
Bekir Topgider
Demek dirêj bû ku ez difikirîm ku vê nivîsê binivîsim. Lê ji ber buyeren ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn di qewimîn û zêdebûna mijarên rojane, min tenê niha fersend dît ku vê mijarê binivisim.
Mijara bingehîn a vê nivîsê ew e ku di çend salên dawî de, ciwanên Kurd ên ku li Ewropayê ji dayik bûne an jî di temenekî biçûk de ji Kurdistanê bi malbatên xwe re hatine Ewropayê, di siyaseta Ewropayê de bi serkeftinê roj biroj serkeftî dibin. Di vê nivîsê de ne gengaz e ku navên hemû siyasîyên Kurd ên ku li Ewropayê hatine hilbijartin binivîsim; her weha dibe ku hinek ji wan nenas bin an jî min wan nizanibin. Ji ber vê yekê hêvîdarim ku bi têgihiştin were qebûlkirin.
Hinek ji wan ev in:
Berivan Aymaz ji Partiya Keskên (Yeşiller) endamê Parlamentoya Eyaleta NRW ye û her weha di Parlamentoya Eyaleta NRW de wezîfa cîgirê serokê parlamentoyê jî pêk tîne. Aymaz ku siyasetçiyekî serkeftî jîr û serkeftî ye, sala borî di hilbijartinên belediyeyê de bû berbijêrê Serokê Şaredariya Mezin a Kölnê û bi ferqekî pir kêm hilbijartin winda kir.
Di nûçeyên duh de hate ragihandin ku Dilan Yeşilgöz wekî Wezîra Parastinê ya welatê Hollandayê hat hilbijartin. Hetevî Tek jî ji Partiya CDU-yê endamê Parlamentoya Eyaleta Bremenê ye û karê xwe didomîne. Bi zanîna min, li gel Hetev Tek, ji partiyên cuda cuda çar siyasîyên Kurdên en din jî li Parlamentoya Eyaleta Bremenê wekî parlamenter hene.
Bêguman ev serkeftin tenê bi navên ku li vir dajim ne sînorkirî ne. Gelek siyasîyên Kurd li welatên endamê Yekîtiya Ewropayê hatine hilbijartin di parlementoyên eyaletî û navendî û karên xwe bi serkeftî didomînin. Ev hemû ji bo Kurdan çavkaniyekî mezin a serbilindî û kêfxweşiyê ye.
Di dem û salên bê de, pêşbîniya ku hejmara parlamenter û wezîrên Kurd li welatên Ewropayê zêde bibe, gengaz e. Aşkar e ku ji bo lobî û beşa dîplomasiyê ya Kurdên li Ewropayê ku ev potansiyel heye, her roj bi hêztir dibe. Ev rewş nîşan dide ku dê navbera Kurdan û siyaseta Ewropayê de pîrêkekî girîng te avakirin.
Ev pêşketin her weha dikarin bibin dengê têkoşîna neteweyî û demokratîk a gelê Kurd ku li welatê tê meşandin. Li vir li ser malbatan û saziyên Kurd jî kar û berpirsiyariyên girîng hene. Divê em piştgirî bidin ciwanên xwe û wan teşwîq bikin ku di siyaseta Ewropayê de cih bigirin. Ez bi kesane bawer im ku di pêşerojê de dê ciwanên Kurd di siyaseta Ewropayê de rolekî herî çalak bigirin û di pozîsyon û peywirên girîngtir de kar bikin.
Di dawiyê de, hemû ciwanên siyasîyên Kurd ên ku îro li Ewropayê wekî wezîr, parlamenter û rêveberên partiyan kar dikin, ji dil û can pîroz dikim.