Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku nivîskar û lêkolînerê navdar ê Kurd M. Emin Bozarslan li bajarê Upsalayê a Swêdê koça dawî kir.

Emin Bozarslan nivîskar û lêkolînerekî mezin ê Kurd bû. Wî li ser Kurd û Kurdistanê bi dehan pirtûk nivîsandin û di sedan konferansan de wek axaftvan cih girt.

SERSAXÎ Û XEMGÎNÎ

Me bi xemgîniyeke mezin bihîst ku nivîskar û lêkolînerê navdar ê Kurd M. Emin Bozarslan li bajarê Upsalayê a Swêdê koça dawî kir.

  1. Emin Bozarslan nivîskar û lêkolînerekî mezin ê Kurd bû. Wî li ser Kurd û Kurdistanê bi dehan pirtûk nivîsandin û di sedan konferansan de wek axaftvan cih girt.
  2. Emin Bozarslan hemû jiyana xwe ji bo Kurd û Kurdistanê terxan kiribû û bi salan wek kesekî Kurdperwer, di sirgûnê de li Swêdê, li bajarê Upsalayê jiyana xwe domand.
  3. Emin Bozarslan dostekî Hêja yê rêxistina Komkar bû.

Bi koça dawî ya M. Emin Bozarslan  gelê Kurd nivîskarekî, rewşenbîrekî û lehengê hêja û mezin winda kir. Em ji malbata M. Emin Bozarslan û ji hemû gelê Kurd re sersaxiyê dixwazin.

Ruhê wî yê hêja şad be, cihê wî bihuşt be. Ew her dem wê di nav tekoşîna azadiya gelê Kurd de bijî.

Komkar-Almanya

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin