Heva Eşref, xelkê ji bakurê Kurdistanê ji Mêrdînê ji gundê Xursê bû.Kesek henûn kurdperwer bû. Berî salên 1980´î di nav tevgêra KUK-PDKê de kar dikir. Piştî derbeya eskerî di salên 1980´î derket derveyê welat. Çend salan li Rojavayê Kurdistanê mabû,piştra hete Swêd û li Swêdê bû endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK´ê. Ji wê rojê vir ve di nav refên PSK´ê de xebatên xwe yê siyasî didoman.
Me Îro Hevalê Xwe yê Hêja Eşref Ornek Spart Axê
Heva Eşref, xelkê ji bakurê Kurdistanê ji Mêrdînê ji gundê Xursê bû.Kesek henûn kurdperwer bû. Berî salên 1980´î di nav tevgêra KUK-PDKê de kar dikir. Piştî derbeya eskerî di salên 1980´î derket derveyê welat. Çend salan li Rojavayê Kurdistanê mabû,piştra hete Swêd û li Swêdê bû endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê PSK´ê. Ji wê rojê vir ve di nav refên PSK´ê de xebatên xwe yê siyasî didoman.

Ev şend salên dawî jî di nav Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî yê Kurdistanî de nûnertiya PSK´ê dikir.
Li ser tirba wî, li ser navê hevalê
wî yê PSK´ê û malbata wî, axvtinek hat kirin û spasiya dost û hevalên ku beşdariya veşartina wî de bûbûn hate kirin. Dû re li ser navê PWK´ê Nezîr Akat û li ser navê FKKS´ê Rodî Rawêj axavtin kir, li ser navê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Şermîn Bozarslan, Nûnerên PDK-Başûr, PDKÎran, Komeleya Şoreşger ya Rojhilat û Hakparê jî beşdarî merasîmê bûn. Gelek kesayetiyên Kurd, ji hemû beşên Kurdistanê di merasîma veşartina Eşref de amade bûn û xatirên xwe yê dawî jê xwestin.