Birêz Ismail Kamil serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di hefteya dawî ya Mijdarê de ji bo li darxistina çend hevdîtinan hat Swîsreyê. Kamil, ku di çerçeweya serdana Konfederasyona Revenda Kurdistanî de çendîn hevdîtin pêk anîbû.Di 26´ê Mijdara 2025´an de bi şandeyeke ku ji Kovan Amedi û Aydoğan Înal pêk hatibû, bi birêz Mustafa Atıcı, Wezîrê Perwerdehiyê yê Kantona Baselê re jî civiya.
Mustafa Atıcı Wezîrê Perwerdehiyê yê Kantona Baselê, Peyama Spasdariyê ji Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Îsmaîl Kamil re Şand
Baran Dicle
Birêz Ismail Kamil serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî, di hefteya dawî ya Mijdarê de ji bo li darxistina çend hevdîtinan hat Swîsreyê. Kamil, ku di çerçeweya serdana Konfederasyona Revenda Kurdistanî de çendîn hevdîtin pêk anîbû.Di 26´ê Mijdara 2025´an de bi şandeyeke ku ji Kovan Amedi û Aydoğan Înal pêk hatibû, bi birêz Mustafa Atıcı, Wezîrê Perwerdehiyê yê Kantona Baselê re jî civiya.
Birêz Mustafa Atıcı, Wezîrê Perwerdehiyê yê Kantona Baselê, di 17´ê Kanûna Pêşîn a 2025´an de nameyek spasdariyê ji Birêz Ismail Kamil, Serokê Konfederasyona Revenda Kurdistanî re şand da ku kêfxweşiya xwe ji vê hevdîtinê nîşan bide.
Di nameya xwe de, Atıcı diyar kir ku civîn di atmosfereke vekirî, avaker û pir erênî de pêk hat. Atıcı, kêfxweşiya xwe ji danûstandina ramanan a di dema hevdîtinê de anî ziman û tekez kir ku pêvajo berhemdar bû. Aticı ji bo hevkariya wan a profesyonel û avaker spasiya wan kir, hêviyên xwe yên çêtirîn ji aliyan re ragihand û diyar kir ku berdewamiya civînên bi vî rengî dê ji bo dewlemendkirina çandî sûdmendtir be.