Parlamenterên Eyaleta Bremenê Beşdarî Taştê Bûn

Komkar Bremen wek kevneşopiya xwe her mehê carekê bi endam û alîgirên xwe re taştê amade dike. Taştê vê mehê di 11ê Nîsanê 2026’an de, roja yekşemê, pêk hat.
Di taştê îroyîn de  parlamenterên eyaleta Bremenê ji partiyên SPD, CDU, Keskan (Grünen) û Partiya Çepan (Die Linke) û gelek heval û dost beşdar bûn.

Serokê Komelê Komkarê, Nusret Etd., derbarê xebatên pîrozkirina Newrozê, 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê û çalakiyên komelê yên ku hatine kirin de agahî da beşdaran.

Parlamenterên ku beşdarî taştê bûn jî axaftin kirin û di axaftinên xwe de gotin ku ew xebatên komelê di nêz de dişopînin û rexistina Komkarê û xebatên wê baş dizanin û ji xebatên ku pêk tên kêfxweş in.

Ji aliyê din ve, beşdarên taştê li ser bûyer û pirsgirêkên rojane nîqaş kirin û ramanên xwe bi hev re parve kirin. Beşdarên taştê bi hev re xwarinekî xweş xwarin û ji bo atmosfera taştê jî kêfxweşiya xwe anîn ziman.

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin