Nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Rehîm Reşîdî, li bajarê Torontoya ya Kanadayê, beşdarî sempozyûma salane ya 2026´an bi navê “Pêşeroja Îranê bi rêya diyaloga destûrî” bû.
Pêşeroja Îranê bi Rêya Diyalogê
Nûnerê Konfederasyona Revenda Kurdistanî Rehîm Reşîdî, li bajarê Torontoya ya Kanadayê, beşdarî sempozyûma salane ya 2026´an bi navê “Pêşeroja Îranê bi rêya diyaloga destûrî” bû.
Navenda Yorkê ya Lêkolînên Rojhilata Navîn û Navneteweyî (YCMIS) sempozyûma xwe ya salane ya 2026an, bi navê “Pêşeroja Îranê bi rêya diyaloga destûrî”, roja Şemiyê, 29ê Tebaxa 2026an, li Toronto, Kanadayê li dar xist.
Birêz Rehîm Reşîdî, Rêvebirê Têkiliyên Navneteweyî li Konfederasyona Diyasporaya Kurdistanê, li ser vexwendina fermî ya Navendê beşdarî konferansê bû. Bi nûnertiya Konfederasyonê, Rehîm Raşîdî beşdarî panela yekem bû û nêrîn û perspektîfên Konfederasyonê li ser mafê çarenûsî pêşkêş kir, bi taybetî tekez li ser pêwîstiya belavkirina dadperwer û wekhev a hêz û dewlemendiyê di Îrana pêşerojê de kir. Wî her wiha girîngiya bicîhanîn û garantîkirina daxwaz û mafên demokratîk ên gelê Kurdistanê tekez kir.
Konferansê profesorên zanîngehê, çalakvanên mafên mirovan û nûnerên rêxistinên akademîk, civaka sivîl û siyasî yên cûrbecûr, hem bi awayekî şexsî û hem jî serhêl, anî cem hev. Beşdaran li ser pêşeroja Îranê û li ser misogerkirina maf û azadiyên gelên Îranê bi tevahî, bi taybetî balkişandina ser gelê Kurdistanê, nêrînên xwe parve kirin.
Di dawiya konferansê de, ji bo rêzgirtina hebûn û beşdarbûna wan di civînê de, şalên kevneşopî yên Kurdî û alên Kurdistan û Kanadayê pêşkêşî axaftvan û beşdaran hatin kirin!