Peyam ji Bo Federasyona Jinên Dîasporaya Kurdistanê

Wekî ku wun jî baş dizanin, di vê demê de rewşa giştî ya gelê me di bin xetereyên mezin de ye. Dewletên dagirkerê Îranê û hêzên ku ew piştgirî dikin, hîn jî êrîşên xwe li ser axa Başûrê Kurdistanê didomînin. Ev êrîş bi armanca tunekirina destkeftên Başûrê Kurdistanê û dagirkirina wederê ye.

Peyam ji Bo Federasyona Jinên Dîasporaya Kurdistanê

Xuşkên hêja û tekoşer,

Em ji bo vexwendina we ya hêja spasiya xwe ya dilsozane radigihînin.

Bi rastî me  dixwestin ku beşdarî konferansa we bibin, lê mixabin ji ber karê  rexistinî  derfetê me nîne.

Xuşkên hêja,

Wekî ku wun jî baş dizanin, di vê demê de rewşa giştî ya gelê me di bin xetereyên mezin de ye. Dewletên dagirkerê Îranê û hêzên ku ew piştgirî dikin, hîn jî êrîşên xwe li ser axa Başûrê Kurdistanê didomînin. Ev êrîş bi armanca tunekirina destkeftên Başûrê Kurdistanê û dagirkirina wederê ye.

Her weha, êrîş li ser kampên penaberan ên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li Başûrê Kurdistanê cih digirin jî berdewam e. Di encama van êrîşan de, hin ji peşmergeyên jin şehîd bûn.

Ji ber vê yekê, em wek jinên Kurd ên ku li dîasporayê dijîn, xwe berpirsiyar dibînin ku li hember van êrîşan bêdeng nemînin. Girîng e ku em bi rêyên demokratîk, wek xwepêşandan, meş û çalakiyên dîplomatîk, dengê xwe bigihînin raya giştî û piştgirî ji wan bixwezin ji bo gelê xwe. d

Em wekî Yekîtiya Jinên Kurdistan li Almanyayê, ji konferansa we re serkeftinên mezin dixwazin.

Bi rêz û silavên germ ji bo hemû beşdarên konferansê.

Komjin – Yekîtiya Jinên Kurdistan li Almanyayê

01.05.2026

Ev malper cookies bikar tîne da ku ezmûna xwe baştir bike. Em ê texmîn bikin ku hûn bi wê re baş in, lê hûn heke hûn bixwazin dikarin bidin aliyekî. Qebûl kirin